Meral Daniş Beştaş:Ev rengînî AKP'ê ditirsîne 2018-02-13 09:03:46   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş operasyonên girtin û binçavkirinê yên beriya kongreya HDP’ê ya li Enqereyê pêk anîn, hatin kirin nirxand û got: “Ev bêtehemuliya li dijî partiyeke ku sunî, elewî, tirk, ereb, suryanî û ezîdî têde ye. Ev rengînî AKP’ê ditirsîne.”   Beriya sêyemîn kongreya asayî ya HDP’ê li dijî HDP, HDK, KCD û DBP’ê operasyon pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Lê tevî hemû êrîşan bi tevlîbûna dehezaran kesî kongre pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş der barê girtin û binçavkirinan de nirxandin kir û operasyon şermezar kir û daxwaz kir ku siyasetmedarên hatine girtin bên berdan. Meralê destnîşan kir ku binpêkirinên der barê pêkhateyên HDK’ê bêtehemuliya li dijî têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê ye.   ‘Ji hatina cem hev a rengan ditirsin’   Meralê daxuyakirin ku di demên dawî de hewce nabînin ku hinceta operasyonan jî veşêrin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Desthilatdarî ji hatina cem hev  a rengan ditirse. Ji bo pêşî li siyaseta HDP’ê bigirin, pêvajoya darbeyê ya beriya 7’ê Hezîranê dest pê kir û heta niha didome, tê jiyîn. 9 parlamenterên me girtîne. Ev jî têr nekir l dijî hevserok û hevberdevkên me êrîş hene.”   ‘Wê fêde neke’   Meralê di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi van êrîşan dixwazin têkoşînê asteng bikin lê wê tû carî bi ser nekevin û ev wê fêde neke. Meralê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Partiyek ku elewî, sunî, tirk, ereb, suryanî û êzidî têde, bi kurdan re ligel hev in û têdikoşin. Ev jî bêtehemuliyê zêde dike û êrîş jî diwar dibin. Ev rengînî AKP’ê ditirsîne.” Meralê diyar kir ku çi dikin bila bikin wê bihemû gelan û rengan re bibin yek û têkoşîna xwe ya mafdar bimeşînin û hêviya xwe ya ji bo aştiyê wenda nekin.