Bente Knagenhjelm: Kelecana Kongreya HDP'ê cuda bû 2018-02-12 12:02:52   Duygu Erol-Habibe Eren   ENQERE - Nûnera Komeleya Piştgiriyê ya Kurdistanê û Partiya Karkeran a Norveçê Bente Knagenhjelm derbarê Kongreya HDP'ê ya ku bi deh hezaran kes beşdar bûn nêrînên xwe anî ziman û got:"Dema ku ez ketim eywana kongreyê ez di bin bandora wê  çoşa mezin de gelekî mam. Kelecana Kongreya HDP'ê cuda bû."   3'emîn Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku bi dirûşma "Bi hêvî, bi wêrektî û bi biryar" li Eywana Werzîşê ya Arenayê ya Enqereyê pêk hat. Bi deh hezaran kes beşdarî kongreyê bûn û di kongreyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" hat berzkirin. Her wiha ji Ewropayê û ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Nûnera Komeleya Piştgiriyê ya Kurdistanê û Partiya Karkeran a Norveçê Bente Knagenhjelm jî beşdarî kongreyê bû û wiha got:"Tevî hemû astengiyan kongre bi coşeke mezin pêk hat, ez gelekî di bin bandora vê yekê de mam. Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Yekîtiya Ewropayê û Norveç tenê bi fikar in loma ez vê yekê rexne dikim"   'Ez pir di bin bandora coşa kongreyê de mam'   Bente wiha berdewam kir:"Ez nizanim ev kongreyê pêşî li çi veke lê dema ku ez ketim salonê û min ew coşa dît ez pir di bin bandora vê yekê de mam. Li Norveçê ew derfet tê dayin ku jin çalak bin lê li Tirkiyeyê destûr nayê dayin ku jin li parlamentoyê bi awayekî  çalak tev bigerin."   Bente bal kişand ser binçavkirin û girtinên berî kongreyê û wiha got:"Bi rastî jî ez pir di bin bandora kongreyê de mam. Tevî hemû zextan gelek kes beşdarî kongreyê bûn, gelek kes ji ber ku cih tunebû li derve bi saetan sekinîn. Ev tiştekî gelek bi bandor e."   'Êrîşî gel tê kirin'   Her wiha Bente bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û wiha pê de çû:"Pergala ku li Efrînê tê meşandin me hemûyan bimeşanda niha cîhan di asteke hîn baş de bûya. Lê heta ku ev pergal mînak bê girtin, êrîş li ser van mirovan tê kirin. Ev tiştekî ne rast e. Norveç jî endamê NATO'yê ye û divê Dewleta Norveçê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan re ku ew jî endamê NATO'yê ye derbarê vê merseleyê de biaxiviya. Divê bihatan rûyê hev."   Yekîtiya Ewropayê û Norveç tenê 'bi fikar in'   Bente anî ziman ku li Efrînê nêzî 200 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan û got:"Êrîşên Tirkiyeyê ne rewa ye, hincetek wê ya mafdar tuneye. Di mijara Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Ewropayê de tiştên ku me hêvî dikir nebû. "   Benten diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê û Norveç tenê 'bi fikar in' û ev helwest wê xemgîn dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rola jinê ya di rizgariya Kobanê de ne tenê min hemû cîhan di bin bandora xwe de hişt. Divê pêşî li rêya van jinan bê vekirin."