Fîgen Yuksekdag: Em ê bi serîhildana xwe li dijî zilmê bisekinin 2018-02-11 15:10:30   ENQERE - Fîgen Yuksekdag aşkera kir ku asoyek nû bilind dibe û ev tişt got: "Ji Enqereyê heta Efrînê em bi heman asoyê lê mêze dikin. Em bi hemû baweriya xwe careke din dibêjin; Dê li dijî şer, li dijî mirinan serkeftina me ya jiyanî pêk bê."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ji kongreyê re peyam şand. Fîgen Yuksekdag a hem wekîltî û hem endamtiya wê ya partiyê hat xistin, ji 4'ê Mijdara 2016'an vir ve girtî ye.    Peyama Fîgen Yuksekdag wiha ye:   "Delegeyên bi nirx ên kongreyê, dîwana bi rêz, beşdarvan û mêvanên hêja ji we hemûyan re MERHEBA...   Ez ji hemû rengên li çar parçeyê welat hatine, gelê me yê bi hemû nasnameyên xwe tev li kongreyê bûne, jin, ciwan, kedkar, bawerî û hemû hevgirtinên demokrasiyê re silavên xwe dikim.   Em dizanin ku çi dikin bila bikin dê vê kelecanê ji dil û ruhê me nikaribin rakin. Em li hundur bin an derve; dibe ku laşê me girtî be an jî azad, em dizanin bi hev re li ber xwe jî bidin, dikarin bi hev re kêfxweş bin... Coşa me di zindanan de hilnayê, di salonan de jî... Ji bo wê îro hemû dîwar, bendav û astengî hatin rakirin û ruhekî di qaba xwe de hilnayê û bi tevgereke xurt her bendî derbas dike li holêye. Em hêvî dikin ku dê bi 3'yemîn Kongreya Asayî re hemû astengiyên faşîzmê bên rakirin û dê demokrasî bê înşakirin.   Demek dirêj e li dijî partiya me operasyonên qirkirina siyasî bi her awayî dewam dikin û em di demeke wiha de 3'yemîn Kongreya xwe pêk tînin. Ji bo wê ya îro kom bûye ne tenê kongreye. Ev vîna gelê demokratîk ê serî netewendî ye. Ev biryareke ku sînoran yek bi yek ji holê radike ye. Divê mirov bizanibe di jiyan û siyasetê de, ji çek, derew, tundî û pere bi nirxtir tiştên hêj mezin hene û divê mirov wan hembêz bike. Îro HDP li dijî hemû êrîşên giran li ser piyan e û tu hêviyên xwe winda nekirine. Tişta ku jêre dibêjin 'Westandina metalî' li dijî şer, bêcareserî û niheqiyê têkoşînek bi biryar dimeşîne.   Em li dijî zilim û niheqiyê hemû enerjiya xwe û coşa xwe ji azadî, aştî û demokrasiya gelan digirin. Dîrokê gelek caran ji niheqiya di navbera kesên baweriya xwe bi zilmê û kesên baweriya xwe bi mafdariyê tînin re şahidî kiriye. Dîsa heman dîrokê gelek caran ji çûyîna desthilatdarî û dîktatoriyan re şahidî û serkeftina gelên mazlûm re şahidî kiriye. Îro ne desthilatdariyeke rizyayî û hilweşyayî, îro tevgereke li ser koka xwe ji nû ve şîn dibe û xewdî li nirxên mirovahiyê derdikeve heye. Yekane temsîla hêvî, ewlehî HDP ye û bi hişmendiya dîrokê dimeşe. Ev rêya rêya siyaseta demoratîk û komara demokratîk e.   Bêyî ku rengên HDP'ê bên çilmisandin, bêyî ku nasmeyên demokratîk bên reşkirin, dê yekitî bê avakirin. Ev minakeke herî şênber e ku dê serkeftina dîrokî pêk bê. Gelên Tirkiye û Kurdistanê li dijî zordestî, yekparêzî, şer û faşîzmê dê yekitiyê serdest bikin. Ji ber ku rêyek cuda tune, jiyan û hêviyeke nû heye; ew jî HDP ye.    3'yemîn Kongreya Asayî hemû astengî derbas kirin, ronahiya têkoşîna siyasî mezin dike, ji hêvî û bendewariyên gelan re dibe bersiv. Konferansên giştî û yên jinan ku li herêman pêk hatin, biryardariya me ya têkoşînê û stratejiya me bi hêz dike. Bi vînek nû kongreyê tacîdar dike û dibe pireya pêşerojê. Bi asoya demokrasiya radîkal û pratîka wê re dê HDP'î bûn derkeve pêş, edalet, aştî, azadî û hemû cudahî xwedi bin vê sîwanê de bibînin.   Kesên xwe li mafdariya gelan girtine dê teqez bi ser keve. Ji Kobanê heta Efrînê, ji Efrînê heta Amedê, ji Amedê heta Stenbolê, yanî kesên ji bo jiyanê li ber xwe didin, dê bi heqîqeta serkeftina serdemê navên xwe li dîrokê binvîsin. Ji kesên li Cizîrê hatin şewitandin heta kesên li Efrînê tên bombekirin, ji kesên li her derê Tirkiyeyê avêtine girtîgehê, dê teqez heqîqet û berxwedan bi ser keve. Dê li dijî hemû zilm, mêtingerî, dagirkerî û desthilatdariyan, modela siyaseta demokratîk bi pêş keve, asoyeke nû mezin dibe. Ew asoya ku ji Enqereyê heta Efrînê em li hev mêze dikin.   Em dizanin ku ruxmê tecrîda li Îmraliyê dewam dike, her çendî siyaset û jiyanê bikin yek tîp û şer kûr bikin jî teqez bûye ku serkeftin pêkan e.   Delegeyên bi rûmet, jinên rêzdar û mêvanên hêja   Hêviyên min gelek mezin in ku dê 3'yemîn kongreya me ji bo Tirkiye û gelê herêmê hêz û serkeftinê bîne. Di serî de Hevseroka me Serpîl Kemalbay, MYK, Meclisa Partiyê di demeke zehmet û krîtîk de peywir dan ser milê xwe, rêveberên me yên navçe û bajaran, jin û meclisên ciwanan silav dikim û hizkirinên xwe dişînim.   Hevserokên Giştî yên tên hilbijartin re ji dil serkeftinê dixwazim. Li ser navê wekîlên me yên girtî, rêveberên partiyê kongreyê silav dikim.   'Yek bi yek û bi hev re, Wekî ku qumaşekî ermûşî dihûnin Wekî ku em hemû bi hev re destanekê dixwînin'  ez di wê baweriyê de me ku em ê tê bikoşin û bi ser kevin.   Ez bi hêz, bîrdarî, rêhevalî we hemuyan hembêz dikim. Rêya we vekirî be…