Serpîl Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê û em ê bi ser bikevin 2018-02-11 15:09:21   ENQERE - Hevseroka  HDP'ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku yên şer dixwazin ji bo berjewediyên xwe têdikoşin, yên aştiyê dixwazin jî ji bo berjewendiyên gelan têdikoşin. Kemalbay, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe û ji bo vê yekê dengê wî qut kirine. Kemalbay, anî ziman ku keştiya demokrasî û yekîtiya gelan dê bigêje benderê û teqez em ê bi ser bikevin.     Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay derket dikê û bi silavkirinê dest bi axaftinê kir. Serpîlê, anî ziman ku ev salon dibe bersîva her tiştî û wiha got: "Di 7'ê Hezîranê de me hevdîtinek gelek mezin û girîng kir. Gelê me gavên pir mezin avêt. Lê hêzên serdest bûn asteng. Hevserokên me Figen Yuksekdog, Selehattîn Demîrtaş, wekîlên me, hevşaredarên me li dijî hemû hilbijêrên me operasyon pêk anî. Lê hemû hemû hevalên me yên girtî zindan kirin qada berxwedanê. Têkoşîna zindanê hêzê û rûmetê dide me."    Serpîlê, anî ziman ku ew her dem dibêjin Tirkiye di duriyanê de ye û wiha got: "Em niha li duriyanê ne. Divê gelê me êdî bersîve pirsa "Sed salin polîtikayên înkar, îmha, zayendîparêzî, cudakrî, faşîzm, kedxwariyê dê bidome ya na?" an jî "Dê demokrasî, azadî, aştî, yekitiya  gelan, pirrengî, pirnasnameyê têxin meriyetê û jindar bikin ya na? bibersivînin. Em ji bo azadiyê bi biryar, bi bawerî bi wêrekî têdikoşin. Sala 2018'an dê bibe sala zelaliyê. An dê faşîzm bi ser bikeve an dê yekîtiya gelan û demokrasî bi ser bikeve. Ji ber ber vê yekê helwesta vê salonê pir girîng e. Îro bi deh hezaran helwesta xwe li vir diya kirin. Ji ber vê yekê ev kongreya mezin dîrokî ye û bêtir hêzê dide têkoşîna me.    'Wê Faşzim bi yekitiye têk biçe'   Serpîlê di berdewamiya axafitna  xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiye û ev tişt got: " Faşîzm bi yekîtiya hêzê, mil bi mil, bi berxwedan û têkoşînê têk diçe. Ji ber vê yekê divê em bibin yek. Divê em hemû bindest, gel û kesên tên înkarkirin û mafê wan tê binpêkirin bi hevre têbikoşin. Ji bo em aştî, demokrasiyê xurt bikin divê em dest bidin hev bi hevre têbikoşin. Ji bo jiyanek nû, xwezaparêsî, demokrasî parêzî em bi hevre têbikoşin. Li ser navê pêşketina Tirkiye derewên gelek mezin kirin. Îro xistine halê ku mirov nikare derkeve kolanan. Karker û kedkar nikarin debara xwe bikin. Tirkiye îro bi OHAL'ê tê rêvebirin. Îktîdar îro bi OHAL'ê xwe li ser piyan dihêle.  Em dixwazin li vî welatî xwîn raweste. Birêz Ocalan dixwaze li vî welatî xwîn raweste. Ji bo li vî welatî aştî pêş bikeve têkoşiya. Hemû hewldanên wî ji bo aştiyê bûn. Îro tecrîd heye li dijî Efrînê êrîşê dikin.  Em heviya gelan in, em tekoşîna yekîtiya gelan didin û ji niha û şûnde jî em dê vê têkoşînê bidomînin. "    Kemalbal herî dawî bi gotina "Ev keştî dê bigêje peravê. Dê bigêje benderê.  Em dê qezenç bikin teqez em dê bi ser bikevin." bi dawî kir.