Bi hêvî, cesaret û bi biryar: Kongre hat destpêkirin 2018-02-11 14:29:12   ENQERE - Kongreya HDP'ê ya ku bi dirûşma "Bi hêvî, cesart û bi biryar" li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkriin.  Li salona ku 17 hezar û 500 kesî dihewîne hejmara kesên tevli kongreyê bûn  32 hezar derbas kir û bi deh hezara dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" berz kir.   3'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Enqerê li Salona Sporê ya Arenayê hat destpêkirin bi hemû coşa xwe berdewam dike. Bi hezaran kesên ku serê sibehê zû hatin salon dagirtin û kesên ku neketin salonê jî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" li bendê ne ku bikevin salonê. Kongreya ku bi coşeke mezin hat destpêkriin li gel bi hezaran kesên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê tevli bûn ji Ewropayê jî bi sedan enternasyonalîst tevli bûn. Ji salona kongereya ku jin bi kincên xwe yên kurdî tevli bûn dirûşmên  "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Ev hîn destpêk e wê berxwedan bidome" tên berzkirin.    Hejmara kesên tevli bûn 32 hezar derbas kir   Salona Kongre bi dirûşma "Bi hêvî, cesaret û bi biryar" lê tê lidarxisitn tijî bû. Li Salona ku  17 hezar û 500 kesî dihewîne hejmara kesan a ku bi awayê fermî hat aşkerakiri 32 hezar kes derbaskir.  Li gorî agahiyên ku ji rojnamegeran hatin girtin Rojnameger negirtin salon û piştî hewldana nûçegîahnên AA û gelek nûçegîahnên ji saziyên din beriya destpêka kongreyê bi çend deqeyan nûçegîhan girtin salonê.    HDP'yiyan kesên tevli kongreyê bun silav kirin   Piştî ku navê Hevseroka HDP'ê Serpîk Kemal bay û yê parlamenteran hat anonskirin bi çepik û lîlandinê hatin pêşwazîkirin. HDP'yî li ber muzîka "Ji înyatê re HDP" ku muzîka HDP'ê ya hilbijartina 1ê mijdarê bû xêrhatina mêvanên xwe kirin. Di dema silavkirina Serpîl Kemalbaya ya kesên li salonê de Hevserokên HDP'ê  Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ku wê wekî hevserokên nû ên HDP'ê bên hilbijartin jî li rêza pêş cihê xwe  girtin.   'Hêvî û cesaret'   Piştre hilbijartina dîwanê ya kongreya ku bi ruhê "Hevî û cesaretê"  hat li darxistin hat kirin. Ji bo hilbijartina hevserokatiya dîwanê Sirri Sureyya Onder û Meral Daniş Beştaş,  Felek Nas Uca, Garo Paylan û Muslum Dogan hatin hilbijartin. Kesên ku ji bo dîwanê hatin hilbijartin her yek ji wan ji bawariyek cuda bû.   Bi rêzgirtinê hat destpêkirin   Pitî hilbijartina endamên dîwanê ji bo kesên di berxwedana demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. di dema rêzgirtinê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Piştre ji bo  axaftina destpêka kongreyê Meral Daniş axivî û hemû kesên tevli kongreyê bûn silav kir.   'Nikaribûn asteng bikin'   Meral bi van gotina n dest bi axaftinê kir: "Heta roja îro digotin 'HDP nikare kongereya xwe pêk bîne' lê ev salon ji bo wan bersîv e.  Em îro li dijî faşîzm û zilmê bi hev re ne. Ji bo ku kongreyê asteng bikin her tişt kirin û tiştekî ku bikin nema. Lê nikaribûn me asteng bikin. Ji ber vê keda me pîroz e û hûn dîsa bi xêr hatin."   'Bi 15 zimanan silva'   Meral a ku got bila kongere bibe wesîleya azadî, aştî û yekitiyê ji parlamenter û şaredarên girtî re silav şand. Parlamentera DHP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî bi 15 zimanan beşdarvanên kongreyê silav kirin. Piştî avftina kesên dîwanê sinevîzyonek ku HDP vedigot hat nîşandan.    Konger piştre bi axaftina Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay û bi peyamên parlamenterên girtî berdewam kir.