Serpîl Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrek û bi biryar biçin kongreyê 2018-02-09 17:15:08       ENQERE – Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay ku der barê wê de biryara binçavkirinê heye daxuyanî da û got: “Zext, binçavkirin û girtin ne dikarin kongreya me ne jî dikarin têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê asteng bikin.”    Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay ku der barê wê de biryara binçavkirinê heye, têkildarî operasyonên ji sibehê hatin destpêkirin de daxuyaniya nivîskî da. Daxuyaniya bi sernavê “Biryara binçavkirinan siyasî ye. Em ê bi hêvî, wêrek û bi biryar biçin kongreya xwe” ya Serpîl Kemalbay wiha ye: “Astengiyên desthilatdariyê yên li pêşiya kongreya me ya giştî didomin. Her roj li her devera welat rêveber û endamên partiya me tên binçavkirin.   Daxuyaniya Serpîl Kemalbay wiha ye:   Di operasyona dij hiqûqî ya îro berê sibehê pêk hat hevberdevkên HDK’ê û pêkhateyên partiya me binçav kirin. Ev binçavkirinên dij hiqûq şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku hevalên me hatin binçavkirin demil dest berdin. Armanca van operasyonên kêfî û bêhiqûqî ew e kongreya asteng bike û pêk neyê. Raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê kêlî bi kêlî astengiyên li pêşiya kongreya me dişopîne.    Hemû rêveber, endam, pêkahate û gelê me dê partiya me HDP’ê bêxwedî nehêle. Dehilatdariya dixwaze vê xwedîderketinê ji raya giştî veşêre, bila baş dizanibe dilê bi milyonan gelê me ji bo têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê lê dide.    Zext, binçavkirin û girtin ne dikarin kongreya me ne jî dikarin têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê asteng bikin. Em ê roja yekşemê di 11’ê sibatê de bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe û pêk bînin.”