HDP'ê namzedên xwe diyar kirin 2018-02-08 15:54:46   ENQERE - Hevseroka  HDP’ê Serpîl Kemalbay, namzetên Hevserokên HDP’ê ku di Komîsyona Mutabakatê ya Kongreyê de diyar bûn, ji raya giştî re eşkere kirin. Serpîl, diyar kir ku Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê di kongreyê de weke hevserokên bên hilbijartin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, li navenda giştî ya partiya xwe derbarê pêşketinên dawî û namzetên hevserokên HDP’ê de civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, parlementer Muslum Dogan û Meral Daniş Beştaş beşdarî civînê bûn.    Serpîl, di civînê axivî û wiha got: “Amadekariyên 3’yemîn Kongreya me ya Mezin a di 11’ê Sibatê de bê lidarxistin ber bi dawî ve diçin. Li dijî HDP’ê êrîşên dijwar hene. Di nava hefteyekê de ji ber parvekirinên medyaya civakî nêzî 50 hevalên me binçavkirin û gelek ji wan jî girtin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven girtin. Hevserokê DBP'ê Mehmet  Arslan binçav kirin. HDP partiya gelan e. Em ê bi gelê xwe re van êrîşan rawestînin. HDP dengê hemû kesan e. Dê ev têkoşîna me bidome.”      'Parlamenteriya Ferhad Encu bettal kirin'   Serpîl, anî ziman ku wekîltiya parlamentere Roboskê betal kirin û wiha got: “Ferhet Encu wekîlê gelane. Qet nikarin wekîltiya wî ji holê rakin. Ji ber ku Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Eren Keskîn aştiyê dixwaze rastî êrîşan tên. Dibêjin beg rehetsiz dike. Dibêje nefes amin li ser patika we ye. Lê yên ku tim li ber xwe didin û têdikoşin qezenc dikin. Emê qezenc bikin.”    Namzed Pervîn û Sezayî ne   Serpîl, da zanîn ku ew li ser lîsteya navên namzetên hevserokên giştî û meclîsa partiye xebitîne û wiha bilêv kir: “Namzetên Hevserokên HDP’ê di Komîsyona Mutabakatê ya Kongreyê de diyar bûn. Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê di kongreyê de weke hevserokên partiyê bên hilbijartin. Serpîl, ji bo tevlîbûna kongreyê jî ev tişt gotin: “Em ê kongreyek bi hêz li dar bixin. Dê gelek kesên biyanî ji welatên cûda beşdarî kongreyê bibin.    Serpîl Kemalbay, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li hemû kesê dikin ku beşdarî kongreyê bibin. Em silavên xwe li hemû kesên ku bedel dane, dikin. Em ê kongreyekê layîqî wan pêk bînin.”