Ciwan ji bo kongreya HDP’ê xwe amade dikin: Em ê bi hev re azad bibin 2018-02-05 09:39:16   Duygu Erol   ENQERE - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di xebatên amadekariya 3’emîn Kongreya HDP’ê ya ku dê di 11’ê Sibatê de li Enqereyê li Salona Sporê ya Arenayê pêk bê, bi awayekî aktîf cih digirin û banga ‘HDP partiya ciwanan e. Em bende hemû ciwanane ku bi hêz, moral û enerjiya xwe tevlî bibin', kirin.   HDP di 11’ê Sibatê de li Salona Sporê ya Arenaya Enqereyê 3’emîn kongreya xwe pêk tîne. Xebatên kongreyê didomin û tê payîn ku dê 7 hezar kes tevlî kongreyê bibin. Ji gelek bawerî û nasnameyan wê kes tevlî kongreyê bibin. Jinên ciwan ên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê diyar kirin ku wê bi îrade, moral û hêza ciwanan tevlî kongreyê bibin.   Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Atiye Eren diyar kir ku ew wek ciwanên Meclîsa HDP’ê di hemû qadên siyaetê de, di hemû mekanîzmayên wê de temsiliyeta ciwanan diparêzin.   ‘HDP partiya ciwana ne’   Atiyeyê daxuyakirin ku wê di 11’ê Sibatê de di kongreyê de îdiaya ‘HDP partiya ciwanan e’ bilind bikin û got wê moral û enerjiya ciwanan xwe di kongreyê de nîşan bide.   Yagmur Yurtsever jî destnîşan kir ku li dijî hemû polîtîkayên yek tîp yên dewlet û hikûmetê, wê wek kirdeya siyasî, ji bo reng, îradeya ciwanan tevlî qada siyasî bikin wê li kongreyê bin.