Berîvan Aslan: Erdogan bêje ‘Putîn ez xapandime’ ez matmayî namînim 2018-02-05 09:01:17   STENBOL - Parlamentera berê ya Partiya Keskan a Avusturyayê Berîvan Aslan  diyar kir ku piştî êrîşa Efrînê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bêje ‘Putîn ez xapandime’ ez matmayî namînim.  Berîvanê bêdengiya Yekitiya Ewropayê jî rexne kir.   Parlamentera berê ya Partiya Keskan a Avusturyayê Berîvan Aslan  êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê û polîtîkayên derve nirxand. Berîvanê bi lêv kir ku bedela şaşiyên Tayyîp Erdogan mirovên ciwan didin û wiha got: “Çavên wî sor bûne. Mêrên ji hêzê hez dikin şer didin destpêkirin. Bedela vê jî jin, zarok û extiyar didin.”   ‘Alava hilbijartinê’   Berîvanê daxuyakirin ku Ewropa Îranê bi xeter dibîne lê mafê wan ên bombekirinê tune û tevî ku Tirkiyeyê balafira Rûsyayê xist, Rûsyayê Tirkiye bombe nekir û pisgirêk bi dîplomasiyê çareser kir. Di demên dawî de li Tirkiyeyê ne teqînek ne êrîşek mijara gotinê bû. Tirkiye çima êrîşê Efrînê dike? Li cîhanê tu welatî bi rehetî li dijî erdnîgariyekê nikare şer bide destpêkirin.   Berîvanê destnîşan kir ku ew tevlî hinceta Tirkiyeyê nabe û got ev ne mijara ewlehiyê, bi giştî alava hilbijartinê ya kêfî û siyasî ye.   ‘Erdogan Tirkiyeyê îzole dike’   Berîvanê got niha li Tirkiyeyê koasek heye û ligel vê welat  ber bi şerekî derve dibin û daxuyakirin ku bedela vê siyaseta şaş mirov didin. Berîvanê di berdewamiyê de wiha got: “Tirkiye ji ber pêkanînên dij demokratîk ji Ewropayê dûr ketiye. Ez wek demokratek Ewropayî li dijî vê bi bertek im. Me bi salan ji bo Tirkiye bikeve Yekitiya Ewropayê têkoşîn da. Lê Tirkiye her diçe îzole dike û zêdetir global dibe.”   Berîvanê balkişand ser bêdengiya binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê û got: “Ewropa jî li dijî polîtîkaya Erdogan bêdeng dimîne. Ewropa ji her tiştî agahdar e lê mixabin li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Di vir de peywir dikeve ser milê demokratên Tirkiyeyê.   'Îlankirina gelan a wek 'terorist e' faşîzm e'   Berîvanê anî ziman ku êrîşên li dijî Efrînê  dikare sûcên nefretê yên li dijî Kurdên Tirkiyeyê zêde bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Îlankirina gelan a wek 'terorist e' faşîzm e. Ev wê bibe sedema nefret, globalbûn û travmayê.”