Serpîl Kemalbay: Hûn nikarin Kurda tune bihesibînin 2018-02-03 13:48:31   ROJANE...     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Selpîl Kemalbay di 2'yemîn Konferansa HDP'ê de axivî, aşkera kir ku pêvajoya çareseriyê ya Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, hêvî daye gelan û ev tişt got: "Li dijî rejîma ku AKP'î jî girtiye bin zextan, yekane hêvî û alternatîf em in."   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) li Otela Plaza ya Enqereyê 2'yemîn Konferansa xwe pêk tîne. Konferansa ku qasî 500 delegeyî beşdar bûne, wekî dîwana konferansê Saruhan Oluç, Yurdusev Ozsokmenler hatin bilbijartin. Di konferansê de berxwedana Efrînê hat slavkirin û hat gotin ku bi vê kongreyê dê fîşeka işaretê li dijî kesên zextan dikin bê vêxistin.   'Têkoşîna me hêviyê dide'   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay bi işareta serkeftinê kesên li salonê silav kir û ev axaftin kir: "Em her sibê bi operasyon û bi zextan dest bi rojê dikin, ew qas bihêzbûna me û hatina me ya gel hev hin kesan şaşo maşo dike. Dibêjin em dixwazin wan tune bikin, lê em tune nabin. Di binê vê hêz û mafdariyê de soza 'em ê bi ser kevin' a dane gelan e. Em şoreşger in û her yek ji me neferekî/ê vî gelî ne." Serpîlê ji HDP'iyên girtî re spasiyên xwe kir û wiha got: "2 sal û nîv e ev têkoşîna ku em didin hêviyê dide."   'Hêviya wan girêdayî me ye'   Kemalbay, aşkera kir ku li hemberî vê sekna HDP'ê, "her roj xirabî û şer tê rêxistinkirin" û wiha pê de çû: "Ya rast ên di zor û zehmetiyê de, AKP'a her orj xirabiyê rêxistin dike ye. Rayedarê û xebatkarên wan in. Dibêjin ku em çi bikin ku morîkên ku Erdogan qetandine, em berhev bikin û ji bo wê reş û spî berhev dikin. Dibe ku hêviya wan jî girêdayê me ye. Difikirin ku rojek berî rojekî HDP vê despotiyê hilweşîne ku em jî rihet bibin." Serpîlê got ku dê têkoşîna wan AKP'iyan jî rizgar bike.   'Êrîşên li ser Efrînê ne rewa ne'   Serpîlê destnîşan kir ku êrîşên li dijî Efrînê ne rewa û mafdar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêveberiya Tirkiyeyê ji vî warê ku mirov lê civiya ne çi dixwaze. Ji aştiyê ditirsin. Êrîşa wan a bê şerm a li dijî TTB'ê jî ji ber vê ye. TTB'ê çi got, şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e. Ma ne wisa ye, ji ber şer 3 milyon û nîv mirov ji cihên xwe nebûn, nebûn penaber? Her roj di van şeran de jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Kesên sonda hîpokratê xwendine dê ji şer re bêjin baş e? Hemû gelên li Tirkiyeyê şer naxwazin." Serpîlê da zanîn ku partiya ku bêhna Tirkiyeyê firet bike partiya wan HDP ye.   'HDP partiyek alternatîf e'   Serpîlê diyar kir ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê partiyek alternatîf e û wiha axivî: “Ji ber vê em bi hêz in. Li gel ewqas êrîş û zextên dijwar jî ji ber em bi hêz in gav paş ve neavêt. Em xûrt in û bi vê boneyê em têkoşîna xwe didomînin. Erdogan dixwaze îşlikê dîna li me bike. Dê gelên Tirkiyeyê vî îşlikê biqetînin û biavêjin.”    'Em ê destûrê nedin polîtîkayên tunebûnê'   Serpîlê li dijî gotinên “Hezkirina welat” a rêveberiya AKP’ê bertek nîşan da û ev nirxandin kir: “Hûn lî ser wan bombeyan nav dinivîsînin û diavêjin ser zarokan. Navê vê dibe hezkirina welat. Hezkirina van a welat bi bankaya cîhanê re girêda ne. Polîtîkaya wan her roj mirovan feqîr dikin û qadên çandiniyê tune dikin. Ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê wekî qada Arnavutluk û Ermenistanê ‘dervayî çandiniyê’ hiştine. Hezkirina we ya welat ev e? Em ê destûr nedin polîtîkayên tunekirinê û nehêlin hûn van polîtîkayan bi Efrînê re bikin yek.”    Kemalbay da zanîn ku ew ê li gel tifaqa AKP’ê û MHP’ê dê jiyana bi hev re ya gelan ava bikin û yên ji wan re digotin tifaq ango koalîsyon ne baş e niha bi hev re koalîsyonê dikin.    'Dem dema me ye'   Serpîlê anî ziman ku dê civaka Tirkiyeyê di sala 2013’an de pir nêzî aştiyê bûn û wiha got: “Hevdîtinê li gel Abdullah Ocalan ji gelan re bûn hêvî. Dîtin û tirsiyan ku desthilatdariya xwe winda bikin, van gavan avêtin. Kes nikare gelê kurd li vî welatî tune bihesibîne. Polîtîkaya aştiyê polîtîkaya çareserkirina bi gelan re ye. Êdî cih ji riya tecrîd, girtîgeh, zext û tundiyê re nemaye. Dem dema me ye. Em ê bi beşdariyek herî xûrt li Areneya Enqereyê kongreya xwe li dar bixin û bikin şahiya demokrasiya gelan.”    Serpîlê navê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseraka berê Fîgen Yuksedag, wekîlên girtî, hevşaredarên girtî bibîr xist û silav ji wan re şand. Dema Serpîlê silav da siyasetmedarên girtî, girseyê li salonê bi çepikan silav ji siyasetmedaran re şand.    Konferans bi nirxandinên mêvan û delegeyan ên têkildarî rojevê didome. Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.