Figen Yüksekdag: Wê dîrok bibe şahidê raperîna gelan 2018-02-02 15:27:40   ENQERE - Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîgen Yuksekdaga, ji girtîgeha Kandrayê ya hejmar 1 ji bo Konferansa Jinan a HDP'ê name şand. Fîgenê di di nameya xwe de wihagot: "    ANKARA-HDP eski Eş Genel Başkanı Figen Yüksekdağ, tutuklu bulunduğu Kandıra 1 No’lu Cezaevi’nden Kadın Konferansı’na gönderdiği mektupta, Efrîn'e dönük saldırılara değinerek, " Di serdema ku li dijî Efrînê êrîş û dagirkerî pêk tê konferans û kongreya me pêk tê. Di serdema êrîşên li dijî nirxên gelê me yên demokratîk pêk tê konferans pêk tê. Ev xwedî rolek dîrokî ye. Em carek din dibêjin li dijî şer aştî, li dijî kutinê jiyan dê bi ser keve. Em dê vê yekê biparêzin. Hemû hewldana me ji bo mafê gelên herêmê yên demokratîk in. Em bawer dikin ku dêli dijî pergala Faşîst gelê Efrînê teqez dê bi ser bikeve.  Peywira Meclîsa Jinan û Konferansa me pêşxistina aştî û çareseriyê ye. Divê jin têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyane mezin mikin û vê yekê wekî erk bigirin ser milê xwe. "    Êrîş li dijî jinan tên kirin   Fîgenê, bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û wiha got: "Ev êrîş li dijî partiya me û li dijî destkeftiyên jinan e. Operasyonên binçavkirin û girtina li dijî heverok, rêveber û endamên me dixwazin vîna jinê teslîm bigirin. Xwestin vîna jinê bişkînin. Lê em di her şert û mercan de li dijî vê yekê rawestiyan. Meclîsa me ya jinan divê li gorî armancên xwe yên siyasî xwe bi rêxistin û hêz bike. "    HDP Partiya jinan e   Fîgenê, anî ziman ku HDP partiya jinê ye û wiha bi dawî kir: "HDP partiya jinê ye. Li dijî hişmendi û siyaseta mêr têkoşînek dijwar dimeşîne. HDP berî her kesî partiya me jinan e. Ruhê HDP'ê yê demokratik-wekheviyê û li dijî cudakariyê sîgorartaya hêzê ye. Li dijî hişmendiya mêr e.    Em hemû jinên girtî bi hêz û coşa we re ne û em li gel we ne. Em bi hurmet we silav dikin."  Parve bike: