Leyla Guven:AKP’ê OHAL kir mertal 2018-02-02 09:22:11   Şehrîban Aslan   AMED - Hevsroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku AKP’ê OHAL ji xwe re kiriye mertal û got: “Em ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dikarin xwe xurt amade bikin û OHAL’ê bi fîîlî ji Kurdistanê rakin. Em ê daxwazên xwe azad bînin ziman. Wek jin hêza me heye. Em ê vê jî bikin.”   Heta niha di operasyonên qikirina siyasî de bi hezaran kesên xebatên siyasî di bin bana KCD û DBP’ê de dimeşandin hatin girtin.  di 22’ê Çile de Leyla Guven hat girtin û rojek berê li dadgehê hat girtin. Leyla Guven ku beriya bê girtin ji ajansa me re axivî bû, der barê zextên li Tirkiyeyê de axivî bû.   Leylayê balkişandibû ser polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û wiha got: “Dewletê fêm kir ku nikare gelan bîne hemberî hev,   ‘Ocaxên Osmanî, Tevgera Seferberiya Gel a Taybet ya Osmaniyan’ vedike. Pirsgirêka kurd negihiştiye çareseriya demokratîk.  Dewlet bi salen e bi rêbazên cuda, kurdan înkar dike, asîmîle û îmha dike. AKP’ê darbeya 15’ê Tîrmehê jî veguhert başiya xwe.  Di çarçoveya darbeyê de bi rêbaza înkar, îmha û komkujiyê erdnîgariya kurd dagir kir.  Li Şaredariyan niha dîmenên dagirkirinê heye.”   ‘Kurd ne Kurdên berê ne’   Leylayê dayika Taybet Înan ya li Sîlopiyê hat qetilkirin û Ekîn Wan ya YJA STAR’ê ku bedena wê hat teşîrkirin bibîr xist û diyar kir ku konsepta şerê sala 1990’î îro bi awayekî din xistine dewrê û wiha got: “Lê êdî Kurdên berê tine.  Têkoşînek mezin heye. Pêşengiya vê jî jinên Kurd dikin.”   ‘Dixwazin gelan bi hev bidin şikandin’   Leylayê daxuyakirin ku AKP’ê nekarî gelan bi hev bide şikandin û dema ku dît nekare vê bike çû avabûnên ‘Ocaxên Osmanî, Tevgera Seferberiya Gel a Taybet ya Osmaniyan’.    Leyla di dawiya axaftina xwe de got AKP’ê OHAL ji xwe re kiriye mertal û got: “Em ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dikarin xwe xurt amade bikin û OHAL’ê bi fîîlî ji Kurdistanê rakin.  Emê daxwazên xwe bi azad bînin ziman. Wek jin hêza me heye. Emê vê jî bikin.”