Amadekariyên HDP’ê yên ji bo kongreyê didomin: Em ê bibin bersiva êrîşên li hemberî Efrînê 2018-02-01 09:20:10   Habîbe Eren   ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemur derbarê 3’emîn Kongreya HDP’ê ya di 11’ê Sibatê de li Salona Sporê ya Arenayê ya Enqereyê dê pêk were axivî û got hedef dikin ku 15 hezar kes tevlî kongreyê bibin û bi taybet jin vexwendiyê kongreyê kir. Nur da zanîn ku wê kongre bibe bersiva êrîşên li dijî Efrînê jî.   HDP di 11’ê Sibatê de li Salona Sporê ya Arena ya Enqereyê  dê sêyemîn kongreya xwe pêk bîne. Tê payîn ku ji Enqereyê 7 hezar kes tevlî bibin.  Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemur diyar kir ku tevî zext û êrîşan wan xebatên xwe berdewam kirine.   ‘Em bi hêza xwe bawer in’   Nur got li her derê jin derbarê kongreyê de agahdar kirine û wiha pê de çû: “Em gelek kêfxweş in. Em bi hêza xwe bawer in. Tevî hemû êrîş û israra şer em ê zêdetir xwedî li kongreyê derkevin. Îstîsmarkirina 115 zarokî, kuştinên jinan û krîza aborî parçeyek şerê tê meşandinê ye. Kongreya me ji ber vê wê bibe bersiva hemû pirsan.”   Tevlîbûna 15 hezar kesî tê payîn   Nur daxuyakirin ku ew hedef dikin ku ji Enqereyê 7 hezar kes tevlî kongreyê bibin û bi giştî ji Tirkiyeyê jî tevlîbûna 15 hezar kesî dipên. Nur di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şîara HDP’ê her tim aştî bûye û got: “Îro kesên aştiyê diparêzin û li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê disekinin rastî êrîşan tên.  Endamên TTB’ê hatin binçavkirin. Em ligel deklerasyona wan a ji şer re dibêjin na. Kongreya me wê li dijî êrîşên li hemberî Efrînê jî bibe bersiv. Em ê hemû xebatên xwe jî di vî alî de pêk bînin. Em hêza xwe jî ji têkoşîna jinan dikin. Em hemû jinan vexwendiyê  kongreyê dikin.”