Sebahat Tuncel: Berxwedana li dijî êrîşan berpirsiyariya dîrokî ye 2018-01-30 15:20:47   AMED - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ji bi minasebata Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê ji girtîgehê name şand û got: "Êrîşên li dijî Efrînê li dijî gelên li Kurdistanê ne. Berxwedana li dijî van êrîşan berpirsiyariya dîrokî ye."   Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel a ku di girtîgeha hejmar 1 a Kandrayê de tê girtin ji bo Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê name şand.  Sebahat di nameya xwe de diyar kir ku êrşên li ser gel zêde bûne û civak êdî nema kare bîhnê jî bistîne.   Sebahat di berdewamiya nameya xwe de wiha got:    "Gelk hevşaredar, parlamenter û hevalên me yên rêveber ku divê tevli konferansê bibûna, ji ber operasyonên qirkirina siyasî ku rehînê hatine girtin mixabin konferansa me bi hevparên kêm mecbûr maye ku bicive. Bi vê minasebetê ez hemû hevalên jin ên girtî silav dikim. Divê ku berxwedan li derve û hundr bi hev re bê dayîn û hevkariya jinan bê pêşxistin. Wê ev xeta me ya azadiyê bihêztir bike.   'Berxwedana li dijî Efrînê berpirsiyariya dîrokî ye'   Divê ku êrîşên li ser Efrînê yên dijhiqûqî ku tên kirin û destkeftiyên gelên Kurdistanê hedef digirin mijara sereke ya vê konferansê bin.  Em û rêhevalên xwe yên di girtîgehê de li dijî êrşên li ser Efrînê ji bo ku bên rawestandin li gorî derfetên xwe tevli berxwedanê dibin. Lê divê ku hûn ên li derve berxwedanê mezintir bikin ji bo Efrînê. Berxwedana li dijî van êrîşan û ya li dijî şer berpirsiyariya me ya dîrokî ye..."