Êrîşên li ser Efrînê li dijî gavên azadiya jinê ye 2018-01-30 15:12:50   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di Konferansa Jinê ya Rêveberên Herêmê ya DBP'ê axivî û got:"Ev êrîşên li ser Efrînê şerekî li dijî gelan e." Hevserokên şaredariyê yên girtî Gultan Kişanak û Nurhayat Altun jî peyam ji bo konferansê şandin û gotin:"Em êrîşên li ser Efrînê wekî êrîşa li dijî gavên azadiya jinê dibînin û em şermezar dikin.    Konferansa Jinê ya Rêveberên Herêmê yê DBP'ê piştî xwendina nameyan bi axaftinan berdewam kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay hevserokên girtî û Dayika Sîsê slav kir û dest bi axaftina xwe kir. Serpîlê anî ziman ku ji bo çi îktidar ji dayikek 80 salî ditirse û got AKP nikare jinan bisekîne û dengên wan bibire.    'Êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser hemû gelan e'   Serpîlê diyar kir Serokê AKP'ê yê giştî Tayyip Erdogan şerê li hundir derxisteye derveyî welat û wiha got:"Hukumeta ku di pêvajoya xwebirevebirinê de cenazeyê dayika Taybet li erdê hişt, a niha jî çareseriyê di êrîşên li ser Efrînê dibîne. Hûn erdnîgariyeke ku hemû gel bi hev re dijîn bombebaran dikin, ev dagirkerî ye."   'Nebin hevparê vê sûcê'   Serpîlê bi bîr xist ku kesên ji vî şerî re dibêje 'mecbûrî' ew jî dibin hevkarê vî şerî û wiha got:" Em jî dibêjin ji vî şerî re nebin hevkar. Werin bibin alîgirê aştî û demokrasiyê. Hemû gel û hêzên enternasyonalîst divê li dijî êrîşên li ser Efrînê bibin yek."   'Dê zextên wan nikaribe me têk bibe'   Serpîlê anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji aliyê kesên ku şer dixwazin ketiye meriyetê û got:" Wekî şaredariyên DBP'ê di warê têkoşîna jinê û rêxistinkirinê gaveke girîng hatiye avêtin. Lê bi qayyiman tê xwestin ku ev destkeftiyan bên wendakirin."   'Nasnameya jinê tu caran bi yekrengiyê dê neyê desteserkirin'   Dixwazin di şexsê hevserok û endamên meclîsan ên girtî de mudaxaleyî sîstema me bikin. Lê me destûrê nadin vê yekê, serîhildana we ya me ye. Nasnameya jinê tu caran bi yekrengiyê dê neyê desteserkirin."   'Em li ba gelê Efrînê ne'   Em êrîşên li ser Efrînê wekî êrîşên li dijî gavên demokratîk en jinê dibînin û em tundî şermezar dikin. Ji bo protestokirina vê êrîşê em bi greva birçîbûn a 3 rona bibin têkoşîna we ya derve û em ê li ba gelê Efrînê bin."   Encama daxuyaniya konferansa ku ji çapemeniyê re girtî berdewam kir dê sibehê bi raya giştî re bê parvekirin.