Konferansa Jinê sibê dest pê dike: Referansên me Sakîne, Turkan û Sêvê ne 2018-01-29 09:34:13   AMED - Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê sibê dest pê dike. Endama Komîsyona Rêveberiyên Herêmî a DBP’ê Halîme Bayram der barê konferansa wê heta 31’ê Çileyê berdewam bike de agahî da û diyar kir ku wê Turkan, Sêvê, Sakîne, Leyla, PakÎze û Fatma hebin û got wê bi awayekî xurt ji konferansê derkevin.    Konferansa Jinan a DBP’ê wê li avahiya HDP’ê Salona Vedat Aydin  sibê pêk bê. Endama Komîsyona Rêveberiyên Herêmî a DBP’ê Halîme Bayram diyar kir ku beriya vê konferansê li hemû bajarên Kurdistanê pêş civîn pêk anÎne û got amadekariyên konferansê bi nîqaşên xurt derbas bûne. Halîmeyê bi lêv kir ku bi OHAL’ê re li dijî rêveberiyên herêmî û şaredariyan hewldana darbeyê çêbûye û bi qeyûman şaredarî hatin xespkirin û hevşaredar hatine girtin.   Halîmeyê di berdewamiyê de diya rkir ku bi hatina qeyûman re qezencên jinan hedef hatine girtin û navendên jinan hatine girtin û li van navendan jinên dixebitîn jî hatine îxrackirin, yên mane jî cihê wan guhertine.  Halîmeyê bi lêv kir ku li her derê li hemberî jinan êrîş heye.   Halîmeyê Turkan Yuksel ya YJA Starê ku ji jiyana xwe ji dest da bibîr anî û dest nîşan kir ku wê vÊ konferansê diyariyê Turkanan bikin û got: “Referansên me Turkan, Sêvê, Sakîne, Leyla, Pakîze û Fatmane.”   Emê bi awayekî xurt derkevin   Halîmeyê di dawiya axaftina we de anî ziman ku wê di konferansê de di nokteya têkoşîna şîdeta li ser jinê de bi awayekî xurt derkevin û got wê nîqaşên xurt jî bimeşînin.