Ji HDP'ê banga 'rastiyayan binivîsin' 2018-01-26 16:11:51   ENQERE - Heveseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay ku li navenda HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist, li dijî talîmata serokwezîr Bînalî Yildirim a ku ji 15 xalan pêk tê banga "Ji gel re rastiyan binivîsin" kir û bang li hemû kesên ku li dijî şer derdikevin jî kir ku hevpar tevbigerin.   Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, li navenda HDP'ê derbarê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê pêk anî. Serpîl êrîşên li ser Efrînê ku ev 7 roj in tên kirin bi bîr xist û got; "Barekî ku nifusa wî li daroa milyonekê ye ji bejahî û hewayê ve tê bombekirin." Serpîl di berdewamiya axaftina xwe de got ku êrîş li dijî daxwaza aştiyê ya gelên li Tirkiyeyê  ye û gel bêhtir li şer sor dike.  Serpîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Erodgan her çend ku bibêje wî tu der dagir nekirye jî ev êrîş li dijî qantoneke ku kurd lê dijîn û dixweazin xwe rêvebibine. Tirkiye dixwaze li vir ji bo xwe cihekî veke. Ev şer ne li gorî berjewendiyên glên li Tiyeyê li gorî berjewendiyên serdestan e.ç"   'Êdî em dibêjin kral tazî ye'   Serpîlê diyar kir ku ew weke  partiya 3'emîn a Meclisê dibêjin ku "kral tazî ye"  û ev tişt got: "Tirkiye îro dest bi şerekî kiriye û bûye tetîkêşê şer. Em dibêjin ku em vî şerî qebûl nakin û napejirînin. Em ê têloşîna xwe ya ji bo yekitî û wekheviya glelan berdewam bikin. Di  vê warî de agahdarkirina gel girîng e. "   'Wê medyaya agalîgir hesap bide'    Serpîl di dirêjahiya axaftina xwe de got ku tundiya îro tê kirin ya 12'ê Îlonê li du xwe hiştiye û wiha got: "Wekî ku Kenan Evren çapemenî asteng dikir îro jî aglîgirya çapemeniyê têrê nake û ev tişt got: " Me dîti ku hikûmt beriya dest bi êrîşên li ser Efrnê bike çûye buroyên çapemeniyê. Em Lîsteya qedexekirina 15 xaaln şermezar dikin. Em dibêjin ku bila çapemenî rastiyan binivîse.  Wê medyaya alîgir hesap bide.  Em wekî partiya 3'emîn a li meclisê bang li çapemeniyê dikin ku nûçeyên rast ragihîne. Em jî 15 xalên ku divê çapemeniya azad bişopîne aşkera dikin."   Deklerasyona ku ji 15 xalan pêk tê wiha ye:    *Rojnameger divê ku dema nûçe kom dike û dike nûçe adîl û bi cesaret be.   *Rojnameger rastiya nûçeyê çi divê bêyî ku sansur bike bide.   *Rojnameger xweser tevdigere û ji bilî mafê hînbûna rayagiştî li tiştekî din nagere.   *Divê rojnameger demokratîk û li gorî mafên mirovan tevbigere.    *Rojanameger divê şîdetê meşrû neke û li şîdetê mirovan sor neke.   *Rojnameger sînorê rexneyê derbas û gotinên biçûkxistinê bi kar neyne.   *Divê Rojanmeger li hemberî sazî ku kesên ku wekî mijar digire dest rêzdar be.   *Rojnameger cudakarî û dijminantiyê nake.   *Rojnameger yekrengiyê qebûl nake û hilberîna ku nefretê nake.    *Rojnameger dûrî nezelaliyê diçe   *Rojnameger agahiyên ku bi dest dixe rastiya wan lêkolîn dike.    *Rojnameger berdevkiya îktîdar û berjewendiyên kesane nake.    *Rojnameger kesan û koman hedef nagire.    *Rojnameger her roj rojnamegeriya xwe di ber çavan re derbas dike.     Rojnameger li gorî rêgehzên rojnamegerî û exlaqê wê tevdigere.