Fîlîz Kerestecîoglu: Parastina parêzeran berpirsiyariya me ye 2018-01-25 13:52:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîla Serokê  Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu derbarê AKPM'ê 24'ê Çileyê Roja Xeter Aparêzeran de axivî diyar kir ku li Tirkiyeyê Parzer di bin xeterê de ne û wiha got: "Parastina parêzerên ku di bin xeterê de erka xwe bi cih tînin peywira me hemûyan e."   Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Stenbolê Fîlz Kerstecîoglu, bi minasebata 24'ê Çileyê Roja Parêzerên di bin Xeterê de, li Konseya Meclida Parlamenterên Ewropayê (AKPM) li ser navê GUE/UEL(Koma Çep) ku endama wê ye axafitn kir. Fîlîz diyar kir ku li Misirê jî parêzer wekî parêzerên li herêmên din di bin xeterê de ne.   'Bi sedna parêzer hatin girtin'   Fîlîz diyar kir ku ew nêzî 30 slan e parêzeriyê dike, rewş ji bo parêzerên li Tirkiye li gelek welatên din her ku diçe xirab dibe û ev tişt ragihand: "Parêzer wekî temînata parastina mafên kesna dengê wan û nûnerên parastina xweser hêmanên bingehîn ên hiqûqê ne. Di pergaleke ku parêzer ne azdin de edalet tune ye. Her wiha li Tirkiyeya ku her carê OHAL tê îlankirin aliyê ku herî zêde zerarê jê dibênin parêzer in. Di vê serdema ku herî zêde mafê parasitinê tê binpêkirin de, bi sedan parêzer hatin girtin."   'Em binpêkirinê li gelek welatan dibînin'   Fîlîz diyar kir ku ji bo parêzer piştgiriyê bidin hevalên xwe yên parêzzer ên girtî ev 42 hefte ne li edliyê "nobeta edaletê" digirin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Binpêkirinên mafan ên ku dişibihin hev ku heta kuştinê diçin li gelek welatên Endamên Konseya Ewropayê jî tên kirin. Ji ber vê divê ku em demildest bikevin tevgerê.  Peymaneke girêdayî vê û koîteyeke ku rewşa welatên îmzkar lêkolîn bikin ku ji pisporan pêk bê îro ji bo pîşeyê parêzeran girîng e. Mînak ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê rol û rista GREVIO girîng e. Divê ku em piştgiriyê bidin avakirina komîteyeke wekî vê ji bo mafên parêzeran."   'Ji bo parastinek serbixwe û adîl'   Fîlîz axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber van hemû sedeman, ji bo darazeke adîl û xweser ez carekedin dixwazim bibêjim ku ez vê raporê erênî dibînim. Parastina parêzerên ku ji bo pişeyê xwe pêk bînin di bin xeterê de dixebtin erka me hemûyan e."