'Em ê bi hêza jinê û gelê xwe bi ser kevin' 2018-01-16 12:47:20   Civîn Husên- Hêvî Penaber   QAMIŞLO - Hevseroka Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxandin û bal kişand ser aloziya heyî, riyên çareseriya wê.  Herwiha Fozayê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê jî  bi bîr xistin û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê wê bibin sedema aloziyeke meizin."   Hevseroka Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif geşedanên li Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê nirxandin û got: "Her tim me xwe xapandiye. Rewşa ku rojane li Kurdistanê tê jiyîn eşkere li ser me kurdan yekîtiya neteweyî  ferz dike." Fozayê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê jî û ev tişt got: "Ev polîtîkaya dewleta tirk ku divê kurd nebin xwedî statû, di nav hewldaneke mezin de ye. Dewleta tirk gelek hewldan kirin da ku projeya me asting bike, lê bi ser neket û niha dixwaza bikeve nav vî şerî.  Lê belê ev siyaseta ku dewleta tirk dimeşîne siyaseteke xeter e û wê ne tenê di Sûriyê de li tevahiya Rojhilata Navîn bibe sedema aloziyeke mezin."     Foza Yûsif diyar kir ku rewşa niha li her çar parçeyên Kurdistanê diqewime ne tesadufe û wiha got: "Sed sal di ser itîfaqa Lozanê re derbas dibe. Rojhilata Navîn ber bi guhertin û veguhertinê ve diçe. Ev jî bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistan dike. Êdî Gelê Kurd dizane ku aloziya di sedsala 21'an de hat jiyîn û windahiyên ku kurdan dan, guhertinê ferz dikin. Bi tayîbet niha li bakur,rojhilat û rojavayê Kurdistanê tekoşîneke mezin tê jiyîn. Li başûrê Kurdistanê jî her çend salan serhildanên ku çêdibin didin diyarkirin ku guhertin û veguhertin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd xwe ferz dike, hem li ser herêmê û hem jî qada naveneteweyî."   'Pêwîste hêzên siyasî yên Kurd rewşa herêm û Kurdistanê bibînin'   Fozayê bi lêv kir ku ew her tim dibêjin ku çareseriya pirsgirêka kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi hev girêdayî ye û wiha pê de çû: "Me beriya niha gelek caran gotiye ku pirsgirêka kurd li her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ye, carek din jî di baweriya min de tiştê ku li Rojava û parçeyên din çêdibe, hem ji aliyê erênî û neyênî bandorê li ser hev dike. Serhildan û guhertinên her parçeyekî hêzê dide parçeyên din û ger neyînî be jî zeyîfatîyê çêdike.Tiştên ku di van demên dawî de li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê çêbûn, dan diyarkirin ku çarenûs û mesîreya me bi hev ve girêdayî ye. Em di sedsala 21'an de ber bi tehlûkeyên mezin ve diçin, hîn Kurdan xwe ji komkujiyê xelas nekirye. Her tim me xwe xapandiye. Rewşa ku rojane li Kurdistanê tê jiyîn eşkere dibe.  Li ser vî esasî ez carek din dibêjim yekîtiya neteweyî pir bi rengekî cidî xwe li ser me ferz dike. Eger stratejyeke Kurdan a hevbeş tune be, jibo tekoşîna li hemberî van xeteriyan, mixabin em ê heman tiştî bijîn. Pêwîste hemû hêzên siyasî yên Kurdî rewşa ku Rojhilata Navîn û Kurdistan tê re deras dibe, bi rengekî baş bixwînin."   'Pêwîste em Kurd xwe ji vê rewşa parçebûnê rizgar bikin'   Foza Yûsif bal kişand ser xebatên Kongra Yekîtiya Netewî û wiha got: "Ev salek Komîteya Amadekar û tevahî rêxstinên Kurdistanî ji bo serkeftina xebatên yekîtiya neteweyî di nav hewldanê de ne. Bi rastî ger di sala 2013'an de ew hewldanên Kongireyê bi ser ketibana, wê rewşa Başûr ne wisa bûna, wê bandoreke pir mezin a erênî li tevahî gelê Kurdistanê bikra.  Lê belê ji ber ne serkeftina vê xebatê di sala 2013'an de, her çar parçeyên Kurdistanê ketin tengaviyê û nava xeteriyên pir mezin.Ger Kurdan bi hêzeke leşkerî ya hevbeş tevbigeriyana û siyaseteke stratejîk a hevbeş bikira, bi rastî em ê hemû di rewşeke hîn baştir de bûna. Vê parçebûyînê hişt ku em gelek firsendan jî winda bikin. Di hevgirtina kurdan de wê hêz ava bibe.Di nav dijminê me de yekîtî çêdibe.  Lê di nav me de parçebûyîn çêdibe. Divê ku em xwe ji vê rewşê derbixin.  Şermezariyeke mezine ku wek netewe heta niha em parçe ne, pêweste em kurd em xwe ji vê rewşa şermezar derbixin."   Fozayê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê li Rojava û Îraqê di asteke herî mezin de şikestin û wiha pê de çû: "Raste DAÎŞ li Rojava û Îraqê di asteke mezin de têk çû.  Lê mirov nikare bêje ku  DAÎŞ qediya ye. Hîn jî hewldanên wê yên êrîşî Bakurê Sûriyê bike hene. DAÎŞ xwe li ser zemîn û armancekê avakiriye, ger mirov bingehê wê çareser neke, wê hêzeke din wek DAÎŞ derkeve. Wê ev şerê bi DAÎŞ'ê re heta demekê dewam bike. Ji ber ku  gelek hucreyên DAÎŞ'ê yên razayî hene û zemînekî siyasî ku xwe li ser ava dikir hîn jî ji holê ranebûye.Divê ku em van bidin berçav.  Ger çareseriyek bingehîn li ser kirîza Sûriyê neyê pêşxistin, wê her tim rewşeke tevlîhev hebe ku ne DAÎŞ belkî hin rêxstinên wek wê xwe ava bikin û derkevin. Çareseriya herî bingehîn ew e ku em zemînê civakî, siyasî, aborî yê ku DAÎŞ xwe li ser ava dike, em ji holê rakin."   'Em ê ti êrîşên dewleta tirk bê bersiv nehêlin'   Fozayê her wiha behsa êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê kir û wiha got: "Gelek cihên herêma Efrînê bi topan ji aliyê dewleta tirk ve tên bombebarankirin. Ev polîtîka dewleta tirk ku divê kurd nebin xwedî statû, di nav hewldanekî mezin de ye. Dewleta tirk gelek hewldan kirin da ku projeya me asting bike, lê bi serneket û niha dîrek dixwaza bikeve nav vî şerî de, lê belê ev siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne pir siyasetek bi xetere, siyasetekî ku ne tenê di Sûriyê de di herêmê hemû de wê aloziyekî mezin çêbike. Wê ev şer Tirkiyê jî bixe nava xeteriyek mezin de. Tirkiyê li himber van guhertinên li herêmê siyasetekî paşverû dimeşîne, encamê vê siyaseta wan ya çewt ne tenê zerarê dide gelê Kurd, lê belê dide gelê Tirk jî.Ji aliyê me ve em tu êrîşên delwta Tirk bê bersiv nahêlin, YPG jî li hember van tehdîd û bombebaranên ku tên kirn,mafê xwe yê parastinê pêktîne, ji niha û şûnde jî em ê vî mafê xwe biparêzin."   'Pergala me xwe dispêre hêza jinan û hêza gelan'   Foza Yûsif diyar kir ku heya niha ti kesî bi fermî piştgirî nedaye projeya Netewa Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heya niha ti hêzê bi fermî piştgirî nedaye projeya Netewa Demokratîk, lê rastiyek heye. Sûriyê êdî ne Sûriyeya berê ye. Sûriya navendî ya ku her tişt li Şamê tê pîlankirin, hemû biryar li wir tên giritn û li ser qadên din tê ferzkirin, ev hemû hatine guhertin. Li gorî vê rewşê jî divê guhertin çêbibe. Em jî wek alternatîf projeya Netewa Demokratîk didin nîşandan û li ser erdê tekoşîna wê dikin, di qada dîplomasî û leşkerî de em tekoşîna wê dikin.Ji bo ku vê projeya xwe bidin iqnakirin jî, wê hewldanê me berdewam bin. Hebûna jinêjî di pergala me de pir giringe.Heta niha jin her tim derveyî pergalê me ye, jin wekî miroveke bindest û bênasname dihate hesibandin. Xwedîderketina jinê û piştgirya wan ji vê pirojeyê re û di avakirina vê pergalê de wê rola jinan pir giring be. Pergala me xwe dispêre hêza jinan û hêza gelan, ji ber wê bi piştgirya herduyan em ê xwe bighînin serkeftinê."