Sîbel Yîgîtalp: Armanc ew e ku zîhniyeta yekparêz li ser piyan bihêlin 2018-01-14 09:01:32   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp xistina parlamenteriya parlamentera Agiriyê ya HDP’ê Leyla Zana nirxand û diyar kir ku ji bo zîhniyeta yekparêz li ser piyan bê girtin, Leyla Zana hedef hatiye girtin.   Parlamenteriya parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Leyla Zana bi hinceta tevlî faliyetên TBMM’ê nebûye hat xistin. Bi vê biryarê re kursiyên HDP’a ku bi 59 kesî çû meclîsê daket 53’an. Beriya Leyla Zanay jî parlamenteriya 5 parlamenterên jin hat xistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp mijar nirxand û diyar kir ku desthilatdarî jinên di civakê de rola pêşeng dilîze wek tehdîd dibîne û ji ber vê sedemê jî jinan hedef digire.   ‘Jin teslîm bê girtin wê civak jî teslîm bê girtin’   Sîbelê di berdewamiyê de daxuyakirin ku êrîşên li ser jinan ne nû ye û wiha pê de çû: “Li hemû qadan ewil êrîşî jinan dikin. Îrade û hişmendiya jinê hişmendiyeke ku civakê ava dike ye. Di faşîzmê de ev her tim wisa bû. Jin teslîm bê girtin wê civak jî teslîm bê girtin. Bêguman di civakê de jin pêşengiyê bike êrîş jî zêde dibin.”   ‘Zîhniyeta serdest’   Sîbelê destnîşan  kir ku  jinên têkoşîna maf, azadî û demokrasiyê didin civakê dikin xwedî hişmendî û di vê çarçoveyê de desthilatdarî li her qadê hewl dide mîsyona pêşeng a jina ji dest bigire. Sîbelê ev tişt daxuyand: “Gelek parlamenter hatine girtin. Ewil hevserok hedef hatin girtin. Polîtîkaya tunekirinê hat meşandin. Dema mirov li nav AKP’ê dinêrin mirov serdestiya mêr û nîjadiyê dibînin. Jinan jî wek dijmin û tehdîd dibînin.”   Sîbelê balkişand ser xistina parlamenteriya Leyla Zana û got: “Di salên 90’î de got ‘ez li ser biratiya Tirk û Kurdan sond dixwim’, 15 sal ceza danê. Leyla Zana 9 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Du sal û berê jî dema got ‘Gelên Tirkiyeyê’ sonda wê nehat qebûlkirin û dîsa parlamenteriya wê hat xistin. Vê nêrîna yekparêz û serdest a mêr heta xistina parlamenteriyê çû. Ya tê armanckirin ev e ku yekparêziyê li ser piyan bihêlin. Divê neyê jibîrkirin ku heqîqet rastî ye.  Wê maf û hiqûqê qezenc bike.”