Serpil Kemalbay: Pêkanîna yekîtiya gelan peywira me ye! 2018-01-13 16:17:25   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay ku beşdarî konferansa amadekariyên kongreyê bû, li dijî rexne û polîtîkayên êrîşkar ên li ser partiya xwe got “Dê daxwaza wan di qirika wan de bimîne. Em partiya gelan in. Pêkanîna yekîtiya gelan peywira me ye!”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 3'emîn Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk bîne, Konferansa Herêma Marmarayê li Labella Teras a navçeya Şîşlî ya Stenbolê pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, parlamenterên HDP’ê, rêvberên navçe û bajarên Herêma Marmarayê beşdarî konferansê bûn. Piştî dîwan hat hilbijartin, axaftina vekirinê Serpîl Kemalbay kir.    'Me berxwedanek topyekun derxist holê'   Serpîlê, diyar kir ku Selahattin Demirtaş piştî 434 rojan duh anîn salona dadgehê û wiha axivî: “Dê hêza wan têra me neke. Armanca AKP’ê ew e ku berxwedana gelan binpê bike. Hemû hewldanên AKP’ê yên ji 7’ê Hezîranê û vir ve ji bo vê yekê ne. Li dijî êrîşîn topyekun me berxwedanek tupyekun danî holê. Sala 2017’an wisa derbas bû. Dê di sala 2018’an de ji bo rûxandina Qesrê em ê berxwedanek mezintir deynin holê.”   'Dixwazin tevgera gelê kurd tasfiye bikin'   Serpîlê, bal kişand ser cezakirinên wekîlên HDP’ê û wiha bi lêv kir: “Ceza dan hevalên me Îdrîs Baluken, Abdullah Zeydan, Sebahat Tuncel û gelek hevalên me yên din. Ên ku hevalên me ceza kirin, nikarin kujerên du zarokên li Sîlopiyê di bin panzêran de hiştin bidarizîn in. Ev tablo dide xuyakirin ku çima pêwîstî bi me heye. AKP li aliyekê dest bi pêvajoya çareseriyê dike û li aliyê din jî bi destê MÎT’ê belgeyên komployên ku avakirin em dibîn in. Êdî kes nemaye ku bi destên AKP’ê bigire. Derket holê ku AKP dixwaze tevgera gelê kurd tasfiye bike. Ji bo em van polîtîkayan teşhîr bikin û yeketiya gelên Tirkiyeyê ava bikin, erk ji bo me hatiye dayîn. ”   'Em tu caran paşve gav navêjin'   Serpîlê, bersiv da îdîayên “Di nava HDP’ê de dabeşbûn hene” û wiha bi dawî kir: “Dê daxwaza we di qirika we de bimîne. Em partiya gelane .Em ê di vî welatê baxçeya gelan de, bi hev re bijîn. Em tu carî ji vê yekê gav paşve navêjin. Êdî hûn ê nikarin hebûna xwe bidomîn in. Ji ber ku HDP heye, Fîgenê, Selahattin û em hene, bi mîlyonan gel hene.”   Piştî axaftina Serpîlê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.