Biryardariya ji bo ziman careke din li dîwarê faşîzmê yê sar ket 2018-01-12 10:40:27   Duygu EROL   ENQERE - 6'ê Mijdara 1991'an di merasîma sondxwarinê de cara yekem jinek kurd bi awayekî bilind aştî û wekhevî qêriya. Li dijî vê yekê parlamenteriya wê ji destên wê hat girtin, xistin girtîgehê û 10 salan di girtîgehê de ma. Qêrîna Leyla Zana piştî 23 salan li dîwarên sar ên faşîzmê ket.   Parlamenteriya, Parlamentera Agiriyê ya HDP'ê Leyla Zana ji ber ku beşdarî çalakiyên yasamayê nebû bi hinceta "Bêdewamiyê" ji destên wê hat girtin. Piştî vê biryarê hejmara HDP'ê ji 59 kesan daket 53 kesan. Berê jî parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Faysal Sariyildiz, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Ezer û Parlamentera HDP'ê ya Sêirtê Besîme Konca bi heman hincetan ji destên wan hatibû girtin. Zextên li dijî HDP'ê ku bendava ji sedî deh derbas kiribû û bi 59 parlamenteran ketibû meclîsê bê navber didome. Her wiha 10 parlamenter wekî parçeyên plana şikandinê hatin girtin û di nava van parlamenteran de hevserok jî hebûn.   Sonda ku bi Kurdî dest pê kiribû xwest bi Kurdî temam bike   23 sal berê di Adara 1994'an de di rojeva Tirkiyeyê de dîsa parlamenterên ku bi rayên gel hatibûn hilbijartin hebûn. Parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) di 2'ê Adara 1994'an de destnedayîniya wan hat rakirin û hatin girtin. Di nav van parlamenteran de Leyla Zana ya ku sonda xwe bi kurdî qedand û got"Ez vê sondê ji bo wekheviya gelê Kurd û Tirk dixwim" jî hebû. 23 sal şûnde Leyla Zana dîsa ji ber ku bi Kurdî sond xwar bi êrîşên mezin rû bi rû hat hiştin.     'Min ev sond ji bo gelê Kurd û Tirk xwend'   Di wê demê de Leylayê dê li qadan daxwazên gel biqêriya lê nehiştin. Dema ku Leylayê li meclîsê bi Kurdî got "Min ev sond ji bo gelê Kurd û Tirk xwend" li meclîsê rastî bertekek mezin hat. Her wiha li gel vê bertekê peyvên zayendperest ên wekî "Deqeyekê keça min","Keçê bisekine" hat bikaranîn. Wê demê cara yekem jinek Kurd di meclîsê de derket û wekheviya gelê Kurd û Tirk xwest.     Hat girtin û bi 'xayintiya li dijî welat' hat darizandin   Piştî sondxwarina bi Kurdî pêvajoyê bi binçavkirin, girtin, îşkence, komkujî û faîlê wan nediyar berdewam kir. Di 1994'an parlamenterên HEP'ê li ber meclîsê bi lêdanê hatin binçavkirin û bi îdiaya 'Xayintiya li dijî welat' hatin girtin. Leylayê jî hat girtin û cezayê wê yê 15 salan hat erêkirin. Leylayê di 8'ê Hezîrana 2004'an de ji girtîgehê derket.    Tiştên ku di 23 salan de hat guhertin tenê amûrên nîjadkujiyê ye   Leyla Zana di 17'ê Mijdara 2016'an de dîsa bi Kurdî sond xwar û ev yek bû sedema qrîzê. Sonda Leylayê nehat pejirandin û dest xistin ser odeya wê, şêwirmendê wê ji kar hat avêtin û bi hinceta ku beşdarî çalakiyên yasamayê nebûye parlamenteriya wê ji destên wê hat girtin.