Li meclisê ji bo Leyla Zana li dijî AKP'ê bertek 2018-01-10 13:19:26   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Ji AKP'yiyên ku xwestin parlamenteriya Leyla Zana bixin re got,"Ev parlamenter e 9-10 slalan di girtîgehê de maye. Tişta ku di sala 1994'an de hatibû serê wê we şermezaribû, lê îro hûn bi awayekî dijwartir parlamenteriya wê tê xespkirin."   Parlamentera Agiriyê a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana bi hinceta "nehatina meclisê" derbarê wê de rapora divê parlamenteriya wê bê xistin hat amadekirin li Lijneya Giştî ya Meclisê hat nirxandin. Ji bo ku Leylayê biparêze Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş mafê axafitnê girt.  Meralê bal kişand ser rewşa Leylayê û got; "Ev parlamenter e 9-10 slalan di girtîgehê de maye. Tişta ku di sala 1994'an de hatibû serê wê we şermezaribû, lê îro hûn bi awayekî dijwartir parlamenteriya wê tê xespkirin."   Piştî axafitna Meralê Lijneya Giştî ya Meclisê hat girin. Piştî bi 24 saetan wê dengdayîna ji bo xistina parlamenteriya Leyla Zana bê kirin.