Serpîl Kemalbay: Bila sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê 2017-12-31 15:54:28   ENQERE - Hevseroka  HDP’ê Serpîl Kemalbay peyama sersalê da û wiha got: "Ligel hemû konseptên êrîşkar ên desthilatdariyê, bila sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê."   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay bi munasebeta sersalê peyamek weşand. Serpîl di peyama xwe de wiha got: "Di destê me hemûyan deye ku sala 2018’an bibe sala serkeftin, mezinbûna nirxên mirovahiyê û mafên gerdûnî, wekhevî, demokrasî, aştî û azadiyê. Ji bo em pêşiya newekhevî, neheqî û bêhiqûqiyan bigirin divê  em her roj li dijî, sazîbûyîna faşîst û rêveberiya yek zilamî derbikevin.  Lê ev tenê têrê nake, divê em li ser mafên gerdûnî, demokratîk, azad, rêgezên hiqûqî û peymanên demokratîk ên navneteweyî ku Tirkiyê îmze kirine, bi hev re  li rêyên tevgereke hevpar bigerin. Li dijî wê hişmendiya ku bi mebesta bibe desthilatdariya teqez, her cure nirxên mirovî û zayendî binpê dike, xwedîderketina li van nirxan û rêgezan, pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye. Li gel vê yekê desthilatdariya Tirkiye ku bi polîtîkayên hundir û derve bûye parçeyek şer û tundiyê û dê ji vir û şûn de jî bandorê li ser van rêbazan bike. Ligel van hemûyan dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê. Bi van hest û ramanan em hêvî dikin ku sala 2018’an ji bo hemû gelên me bibe sala hêvî û wêrekiyê."