Nîlufer Koç: Zemîna yekitiya neteweyî jin dikarin biafirînin 2017-12-28 10:28:33   Devrîm Amed-Zeynep Kizilirmak   DÊRIK - Hevseroka Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç diyar kir ku zîhiyeta pêşî li yekitiya neteweya kurd digire desthilatdar û zîhniyeta serdest a mêr e û wiha pê de çû: “Jinên ji ber ji derveyî qada desthilatdar û serdest dimînin û heta ji ber mexdûr in, lê dîsa jî li şûna rekabetê piştevanî û yekitiyê esas digirin. Ji bo jin li her çar parçeyên Kurdistanê zemîna yekitiyê biafirînin divê xebatek bi hêz û rast bimeşînin.”   Li Rojhilata Navîn ku hevsengî ji nûve tê avakirin têkoşîna yekitiya Kurdan jî wê pêşeroja wan diyar bike. Li Başûr, Bakur û Rojava ev 4 sal e xebatên yekitiya neteweyî didomin. Bi dirûşma ‘Yekitiya jinên kurd temînata yekitiya neteweyî ye’  li bajarê Dêrikê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê ‘komxebata Jinên Kurd a Neteweyî ya Rojava’ pêk hat.  Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç ku tevlî komxebatê bû  geşedanên li Başûrê Kurdistanê, komxebatên yekitiya neteweyî ya jinan û encamên wê ji ajansa me re nirxand.   ‘Pêngavên şaş bandor li hemû parçeyan kir’   Nîlûferê balkişand ser mudaxaleyên ji derve û despotiyên li Rojhilata Navîn û got ku şerê herêmê, krîz û alozî ji hêzên herêmî û global cuda nayên dest girtin û wiha pê de çû: “Herî dawî mînaka vê me li Başûr dît. Di 25’ê îlonê de di biryara referandumê de ne hêzên neteweyî ne hêzên global ne jî hêzên herêmî  li ber çavan hatin girtin û di çarçoveyek teng de biryar hat girtin.  Piştre yên li dijî vê biryarê ketin tevgerê . Pêngavên şaş yên li Başûr hatin avêtin, zirar dan parçeyên din jî. AKP’ê piştî referandumê bi rejîmên Îran, Iraq û Suriyeyê re bi polîtîkaya dij-Kurd  hewl da polîtîkayê pêş bixîne û bi vê re eniya li dijî Kurdan xurt kiriye.”   ‘Qezencên Rojava divê biguherin qezencên Kurdan’   Nîlûferê bi lêv kir ku hemû destkeftiyên leşkerî û siyasî veguherin destkeftiyên kurdan û li Başûr hikûmeta herêmê ji bo encaman binirxîne  rexneya parçe parçebûnê kir. Nîlûferê ev tişt anî ziman: “Şoreşa Bakûr û Rojava ne tenê ji bo van parçeyan e. Geşedanên li Rojava û Bakur bandor li ser Başûr û Rojhilat jî dikin. Valahiya li Başûr pêk hat bi piştgiriya dewleta tirk û îranê re dagirker bi cesaret kirine.”   ‘Yekitiya Neteweyî divê pêk bê’   Nîlûferê daxuyakirin ku di vê dema ku Skyes-Pîcot tê rojevîrkirin de, yekitiya neteweya Kurdan êdî ferz dibe û  şerê dewleta Tirk û Îranê ji ber vê sedemê dixwaze biçe Başûr û got: “Gelê başûr jî ev dît û ket çalakiyan. Kongreya Neteweyî ji bo gelê Kurd bi taybet ji bo parastina Başûr ferze.”   ‘Li Başûr koas tê jiyîn’   Nîlûferê di berdewamiyê de daxuyakirin ku geşedanên li Başûr tên jiyîn, ‘navbera kaosê ye’ û got gel êdî demokrasî, zelalî, azadî û ewlehiyê dixwaze.   ‘Birêz Ocalan di 2013’an de gotibû’   Nîluferê diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê xetereya li Başûr dîtibû, di 2013’an de  nameyek ji serokê PDK’ê Mesut Barzanî û lîderê YNK’ê Celal Talabî re şand û diyar kiribû ku divê demildest Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bê. Lê Rêberiya Başûr  li şûna di rêya Birêz Ocalan da ber wan de bimeşin, gûh dan hêzên biyanî. Îro jî gel li kolane û daxwaza demokrasî û ewlehiyê dikin. Rêveberiya Başûr jî ji Parîs, Berlîn û Londonê çareseriyê dipê. Yên gûh nedan xeta birêz Ocalan îro jî hîna xwedî heman helwestê ne û bi Kurdan didin wenda kirin. Ji bo yekitiya neteweyî pêk bê ji 2011’an heta niha li her çar parçeyî xebat tên meşandin.”   ‘Serdestiya mêr yekitiya çanda siyasî dide zorê’   Nîlûferê destnîşan kir ku xebata jinan  a ji bo yekitiya neteweyî gelek girînge û wiha got: “Çawa mêr xwe serdest dibîne, partiya siyasî ya temsîldike jî heman karekterî dihewîne.  Daxwazên civakê cidî nagirin. Jin ji ber ji derveyê qada desthilatdar û serdest dimîne, heta ji ber mexdurin  li şûna rekabetê piştevanî û yekitiyê hêsatir diafirîne. Ji bo jin li her çar parçeyê zemîna yekitiyê biafirîne divê xebatek saxlem û rastîn bimeşîne.”   Nîlûferê di dawiya axaftina xwe de got ji bo pirsgirêka yekitiyê ya li parçeyan  pêkhatina komxebatan gelek girînge.    Nîlûferê balkişand ser komxebata li Rojava  bajarê Dêrikê pêk hatiye û got hatina cem hev a jinan gelek girîng bû û got: “ Du hedefên girîng ya ‘Komxebata Yekitiya Netweya Jinê’ hebû. Ya yekem rêxistinbûna sazîbûnê ya li ser parçeyên dimînin. Ya duyem jî ji stratejiya yekitiya neteweya giştî re belgeya yekitiya neteweya jinê pêşkêşkirin bû.”