Fîlîz Kerestecîoglu: Navê vêya ne hiqûq e 2017-12-27 13:36:42   ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîgolu diyar kir ku KHK'ya herî dawî hat weşandin ji Meclîsê hatiye revandin û banga li Serokê Meclîsê kir ku meclîsê awarte li hev kom bike. Fîlîz Kerestecîoglu wiha got: "Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin."    Wekila Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ên dawî hatin weşandin li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Fîlîzê destnîşan kir ku wan têkildarî KHK'yan daxwaznameyek dane Serokatiya Meclîsê û xwestine meclîs awarte li hev kom bibe.     Fîlîzê wiha got: "Çawa ku KHK'iyên hejmara wan 695 û 696 hatin weşandin me wek Koma Meclîsê daxuyanike da û me pir vekirî rexne kir. Me xwest ku divê Meclîs li hev kom bibe.  Îro em vê bi awayek fermî ji Meclîsê re radigihînin. Em daxwaznemeyek didin. Çunkî bi rastî jî êdî ev welat bi KHK'iyan tê birêvebirin. Heta îro 30 KHK hatin weşandin û tenê 5 heb ji van anîn Meclîsê."    'Tu eleqeya KHK'ê bi OHAL'ê re nîne'   Fîlîzê da zanîn ku bi OHAL'ê sererastkirinê tên kirin divê ku derbasdar be lê dixwazin mayînde bikin û got: "Van sererastkirinê tînin tu eleqa wan bi OHAL'ê re tune ye. Dixwazin vê yekê bikin; Meclîsê li HDP'ê bigirin û tevahiya Tirkiyeyê bi KHK'iyên OHAL'ê bigirin. Çawa dixwazin me tasfiye bikin û wekîlên me dîl girtin, niha jî dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin."    'Kes nikare ji darazê bê bexşandin'   Fîlîzê wiha dewam kir: "Xala 121'emîn xala ku ji bo sivîlên kiryarên dikin daraz wan bibexşîne ye û dixwazin bi vê xalê, xalên tirsê biafirînin. Dixwazin pergala hiqûqî ya heyî bi ku ve dibin bila bibin, lê destûr nade ku tu kes ji darazê bê bexşkirin. Her çiqas tiştên di 15-16'ê tîrmehê de digire hundirê xwe jî lê ev xal ji bo pergala hiqûqî xalek bi pirsgirêk e."    'Dixwazin bikin yek reng'    Fîlîzê bertek nîşanî sererastkirina "Kincên yek reng" a bi KHK'ê xistine meriyetê da û wiha got: "Çawa dixwazin ku tevahiya welat bibe yek teşe û yek reng, niha jî dixwazin vê li girtîgehan pêk bînin. Em baş dizanin ku dê raperîna li dijî vê pêkanînê çawa bilnd bibe û li her deverê belav bibe. Em şahidê wê serdemê ne. Ne mafê tu kesî ye heman tişta bide jiyîn. Ev destwerdana li dijî mafê şexsî ye. Navê vê ne hiqûq e. Mijarek din jî pergala taşerontiyê ye. Ji sala 2002'an ve ya ku pergala taşeroniyê mayînde kiriye AKP ye. Me got 'Meclîs heye. Hûn pergala taşeroniyê tînin bînin Meclîsê.' Lê ji me revandin. Çawa Meclîs ket betlanê KHK derket."    Fîlîzê anî ziman ku ew êdî jiyanek bê OHAL  dixwazin.