'Dewlet dixwaze kopyaya Girtîgeha Guantanamo ava bike' 2017-12-25 09:02:31   Rojda Aydin   AMED - Di çarçoveya KHK’a bi hejmara 696'an de ku di rojnameya fermî de hat weşandin ferzkirina “Kincên yek reng” ku li girtiyan tê ferzkirin hat qebûlkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca nerazîbûnên xwe anî ziman û bang li gelê kurd kir û got ku divê her kes bi têkoşînek mezin li dijî vê derbikevin.    Di çarçoveya KHK’a bi hejmara 696'an de ku di rojnameya fermî de hat weşandin ferzkirina “Kincên yek reng” ku li girtiyan tê ferzkirin hat qanûnîkirin û hat qebûlkirin. Li gorî vê girtiyên ku tevlî daneşîna doza xwe bibin divê tulumên ji rengê behîvên hişk li xwe bikin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Uca bertek nîşanî vê pêkanînê da û got ku hikûmet bi vê pêkanînê dixwaze kopyaya Girtîgeha Guantanamoyê ava bike.   Parlamentera HDP’ê  ya Amedê Feleknas Uca derbarê biryara kincên yek reng a ku hatiye qebûlkirin de axivî û got ku zihniyeta yek ziman û yek netew ev demeke dirêje bi yek siyasetê derdike pêş. Ji ber vê jî yek mirov siyaseteke bi vî rengî ava dike û wiha got: “Niha jî dixwazin kincên yek reng derbixin. Ev jî zihniyeta dewletê ya hertim a ‘yek’ derdixe pêş. Hikûmet dixwaze hemû gelan li gorî zihniyeta xwe bide jiyîn. Kesên ku fikra wan neparêze li hemeberî xwe dibîne û êrîş dike. Kesên ku li dijî xwe dibîne dixwaze bi girtîgehan û îxrackirinan terbiye bike. Me îro çavên xwe vekir û dît ku du KHK’yên nû hatine derxistin. Gelek balkêş e ku dîsa îxrackirin berdewam dikin û qanûna ku kincên yek reng ferz dike rewşa girtîgehan datîne holê. Ji xwe di demên dawiyê de girtîgehên Tirkiyeyê wek îşkencexane hatine çêkirin û tên rêvebirin.”   ‘Tirkiye kopyaya Guantanamo avadike’   Feleknas di berdewama axaftina xwe de got ku bi biryara ku hatiye dayin re hikûmeta AKP'ê dixwaze li girtîgehan sîstemeke xwe avabike û dixwaze kopyaya Girtîgeha Guantanamo avabike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî ku tê zanin Guantanamo girtîgeheke li Amerîkayê girav hatiye çêkirin e. Lê li qada navneteweyî ya cihanê Guantanamo her mijara rexnêyê bû. Tevahiya cihanê li hemberî van kincên ku li girtiyan dihatin kirin bertek nîşan didan. Îro Guantanamo hatiye girtin, lê belê Tirkiy  kopyaya wê ava dike. Ji xwe tevahiya gel li Tirkiyeyê wekî di girtîgeheke ser vekirî de be dijî. Dewlet îro jî dixwaze gaveke berfirehtir bavêje.”   ‘Îşkence berfireh dibe’    Feleknas di dawiya axaftina xwe de got ku bi biryarên li dijî kurdan tên derxistin re êdî kurd nema zanin wê sibe çi derxînin pêşiya wan  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang hemû gelê xwe dikin ku bi taybetî jî li malbatên girtiyan ku bi têkoşîneke mezin li dijî vê derbikevin. Ji xwe girtîgeh bûne wek navendên îşkencexaneyan. Îro jî ev îşkence tê berfirehkirin. Ji bo ku em bibin dengê hemû girtiyan divê em li dijî vê biryarê  derbikevin.”    ‘Girtî dibin tecrîdê de ne’   Piştre Cîgira Hevserokên DBP’ê Gulcihan Şîmşek axivî û wiha got: “Ev pêvajoyke ku nû dest pê dike nîne. Di civakê de kesên muxalîf ku cuda difikirin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên. Bi kincên yek reng ku li girtiyan tên ferzkirin dixwazin fikra wan jî bikin yeke. Ev mudaxele li dijî mirovahiyê ye û girtî  d ibin tecrîdê de ne. Ji ber vê jî li dijî zihniyeta tek tîp divê em têbikoşin.”   ‘Di 12’ê Îlonê de jî ev pêvajo hat jiyîn’   Gulcihan di dirêjiya axatina xwe de got ku ev kincên yek reng ku li girtiyan tên ferzkirin divê bê zanîn ku wê girtî li dijî vê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: “Ji ber ku mijareke bi vî rengî berê di 12’ê Îlonê de jî hatiye jiyên em vê pêkanînê baş dizanin. Ji ber vê jî kesên ku wîcdana wan heye divê vê yekê qebûl nekin.”