‘Desthilatdarî jinê wek tehdîd dibîne’ 2017-12-23 09:04:05   AMED - Endama PM'a DBP'ê Zuhal Tekîner balkişand ser saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin û got desthilatdarî jinan wek tehdîd dibîne û ji ber vê raste rast xebatên jinan hedef digire.   Qeyûmên tayînê 94 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin hedefa wan ya ewil saziyên jinan bû.  Qeyûmên hemû saziyên jinan yên şaredariyên DBP’ê vekiribûn girtin, bi vê jî bi sînor neman, kreş û navendên çand û hunerê jî girtin. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP Zuhal Tekîner got qeyûm amûrên xespê ne û bi hatina wan re saziyên jinan hatine girtin.   Rêbaza cezakirinê!   Zuhalê  der barê rapora DBP’ê amadekiriye de jî agahî da û got di beşa yekem a raporê de xizmetên şaredariyên DBP’ê yên beriya qeyûm û di beşa duyemîn de jî agahiyên der barê polîtîkayên bi qeyûm re hatine armanckirin cih girtine. Zuhalê wiha got: “Me di raporê de hewl da em nîşan bidin ku bi rêbaza cezakirinê çawa nêzî gelê herêmê dibin.Ji roja me rapor aşkera kir şûnde, hat dîtin ku hewcedarî bi nîqaşek wisa heye. Li herêmê hem ji ber qeyûm hem jî ber OHAL’ê gelek pirsgirêk tên jiyîn.   Dosya wenda ne   Zuhalê destnîşan kir ku di raporê de bi berfirehî cih dane saziyên jinan yên hatine girtin û wiha pê de çû: “DBP’ê ji aliyê jinê de faliyetên cidî meşand û qad vekir. Jinan xwe dît. Gelek xesas nêzik bûn. Li cihên pîlot yên wekê Wan, Amed û Mersînê cihên ku jin piştgiriyê jê bigirin an jî xwe biparêzin hatin vekirin.  lê çawa qeyûm hat her der girt. Ev jî têr nekir dosya jî desteserkirin. Em hîna nizanin agahî li ku ne. Di vî derbarî de pirsgirêkên cidî hatin jiyîn.”   ‘Desthilatdarî dixwaze jinê qels bibîne’   Zuhalê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi girtina saziyên jinan re armanc kirin ku jinan hepsî malê bikin. Zuhalê her wiha daxuyakirin ku desthilatdarî diaxwze jinê qels bike û ji ber vê êrîşan pêk tîne.