Parlamentera Elmanyayê Heîke: Divê Tirkiye demildest bikeve rêya hiqûq û çareseriyê 2017-12-21 09:56:04   STENBOL- Parlamentera Elman Heîke Hansel geşedanên siyasî yên Tirkiyeyê nirxand û  girtina welatiyên Elman jî wek ‘zîhniyeta dîlgirtinê’ nirxand. Heîke daxuyakirin ku divê Tirkiye demildest bikeve rêya hiqûq û çareseriyê.   Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Heîke Hansel ku ji bo şopandina doza rojnamegera girtî ya welatiya Elmanyayê Meşale Tolu ya li 29’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin bişopîne hat Stenbolê, diyar kir ku Tirkiye veguheriye rejîma dîkta û divê demildest vegere pergala hiqûqê. Heîke hem girtina rojnamegeran hem jî girtina HDP’iyan wek ‘dozên siyasî’ nirxand û wiha got: “Ez doza rojnamegerên girtî ji destpêkê de temaşe dikim. Ti aliyê wê yê hiqûqî tine. Ji ber pêvajoyek hiqûqî nayê jiyîn, em encamên hiqûqî jî napên.   Heîke bi lêv kir ku girtina Meşale Tolu û Denîz Yucel ên rojnamegerên welatiyên Elmanyayê ne wek ‘dîlgirtina siyasî’ nirxand û ev tişt vegot: “10 welatiyên Elman girtîne. Welatiyên Elmanyayê digirin û wek şantaj li hember me bikar tînin. Mixabin gelek zehmeteke ku bi Erdogan re axaftin û diyalog bê danîn.”   Heîke diyar kir ku heta Tirkiye derbarê pergala hiqûqî nebe xurtkirina têkiliyên bi Yekitiya Ewropayê re jî gelek zehmet e û dema derbasî rêveberiya demokratîk bibe wê têkilî ji nû ve bên destpêkirin.