'Kurdistan rastiyek dîrokî ye' 2017-12-15 12:04:38   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman baydemîr ji ber ku li meclisê gotina Kurdistan bi kar anî ji meclisê hat avêtin û 12 hezar TL cezayê pere lê hat birîn. Parlamentera HDP'ê dîlan Dîrayeta Taşdemîr derbarê niqaşên li meclisê de nirxandin kir û wiha got: "Dema ku we got hûn tune ne em tune bûn gelo? Em berî bi hezar salan hebûn û em ê piştî hezar salan jî hebin."   Di dema niqaşên li ser bûtçeyê yên li meclisê parlamenterê Rihayê yê HDP'ê Osman Baydemîr ji ber ku gotina "Kurdistan" bi kar anî ji aliyê wekîla serokê meclisê Ayşenur Bahçekapili ve ji meclisê hat dûrxistin û 12 TL cezayê pere lê hat birîn.  Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ya ku bertek nîşanî nêzkatiya nijadperest da ev tişt got: "Bi vê gotinê mafên mirovan hatiye binpêkirin. Berî bi hezar saln jî em hebûn û em ê piştî hezar salan jî hebin."   'Bi salan gotina Krudistan hat qedexekirin'   Dîlan di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku gotina Kurdistan bi salan hatiye qedexekirin, li şûna wê gotina "Anatoliya" hatiye bi kar anîn û di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Gelo wê ev wiha baerdewam bike? Kurdîstan rastiyek dîrokî cografîk û çandî ye. Ev têgeh jî me îcat nekiriye."   'Berî hezar salan em hebûn û em ê piştî hezar salan jî hebin'   Dîlan diyar kir ku di metên bingehîn ên Osmaniyan de jî gotina Kurdistan derbas dibe û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Îro di bin vî banê meclisê de ku em li ser gotina Kurdistan niqaş dikin jî bi kêmanî 128 wêşanên ku navê Kurdistan di wan de derbas dibe hene. Dema ku wegot hûn tune ne gelo em tune bûn? Em berî bi hezar salan hebûn û em ê piştî hezar salan jî hebin."