Ji bo her gotinek Feleknas Uca fezlekeyek 2017-12-14 09:04:50   Safiye Alagaş   AMED - Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca de ji ber roportaj, civînên çapemeniyê û bernameyan fezleke hat amadekirin. Feleknas a her gotina wê bû hinceta sûc, ji salekê heta 10 salan cezayê girtîgehê jê tê xwestin.    Parlamenterên HDP’ê yên ji aliyê Meclîsê ve destnedanên wan hatin rakirin, derbarê wan de fezleke hat amadekirin û her pêngava wan sûc hat hesibandin. Yek ji van parlamenteran jî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ye.   Ji ber roportaja Kurdî ya di 3’ê Mijdara 2016’an de Feleknasê daye, ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’, ‘Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye’  fezleke hat amadekirin.    Dozgeriya ku roportaja Feleknasê daye, lêkolîn kir îda kir ku gel tahrîkê sûc kiriye. Her wiha dîsa di heman fezlekeyê de îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ jî dispêrin axaftina Feleknasê ya li Navenda Giştî ya DBP’ê hatiye kirin.   Ji du fezlekeyên derbarê Feleknasê de hatiye amadekirin ji 2 salan heta 10 salan daxwaza cezayê girtîgehê hat kirin.