DBP'ê rapora ' wekî amûrek xespê kayyum' aşkere kir 2017-12-11 13:36:16   AMED - DBP'ê bi sernavê "Modela Rêveberiyên Herêmî ya Azadiya Jinê, Tevlêbûna Ekolojîk û Demokratîk û Pêkanê Qeyûmê ya Gaspê" rapora kayyumê aşkere kir.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rapora qeyûman bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. DBP'ê bi sernavê "Modela Rêveberiyên Herêmî ya Azadiya Jinê, Tevlêbûna Ekolojîk û Demokratîk û Pêkanê Qeyûmê ya Gaspê" bi raya giştî re parve kir. Civîn li Otela  Demîr bi tevlêbûna nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk pêk hat. Li salona ku civîn lê pêk hat pankarta "Gaspa Rêveberiyên Herêmî ya Demoratîk û Azadîparêz; Qeyûm" û wêneyên hevşaredarên girtî a "Qeyûm tayînî vîna me nayê kirin" vekirin. Dîsa pankartên "Em bi pergala hevserokatiyê jiyana azad ava dikin" û wêneyên avahiyên şaredariyên DBP'ê yên dema qeyûm hatin tayînkirin û dorpêça wan nîşan didin ku li ser "Ji vî halî heta OHAL'ê" hatiye nivîsandin hatin daliqandin. Dîsa logoyên partiyên siyasî yên ji 1999'an heta niha lê heye hatin vekirin.    Di civînê de hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Sibel Yîgitalp û Ziya Pîr, Nûnerên KESK, ÎHD, TMMOB, Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na" û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên demokratîk amade bûn. Dîsa gelek hevşaredarên DBP'ê  û siyasetmedarên kurd amade bûn.    Gelek rojnamegeran civîn şopand   Piştî rêzgirtinê, lijneya diwanê hat hilbijartin. Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî û Cîgirê Hevserokên DBP'ê Berat Birtek, Endama MYK'ê yê DBP'ê Hediye Karaaslan, Hevşaredara Rezan a berê Yurdusev Ozsokmenler, Hevşaredara Silopiya Emine Esmer û Şaredarê Sûrê Selim Kurbanoglu hatin hilbijartin.    Rapora Qayyuman a DPB'ê   Di beşa destpêkê ya rapora ku wekî pirtûk hat çapkirin de, balê dikişîne ser "Plana çokşikandinê" ya di 30'yê Cotmeha 2014'an de hikumeta AKP'ê xistibû dewrê. Di raporê de derbeya 15'ê Tîrmehê û piştre îlankirina OHAL û derxistina KHK'an jî derketiye pêş, hat gotin ku Meclis bê bandor hatiye hiştin û welat bi KHK'an tê bi rêvebirin û di 16'ê Nîsanê de bi guhertina Makeqanûnê re û bi referandûmê re ev pêvajo dewam kiriye.   Di dewama raporê de tê gotin ku di pêşengiya partiyên wekî DBP'ê de, di sala 1999'an de tev li hilbijatinên herêmî bûne û wiha hat gotin: "Desthilatdariya AKP'ê dît ku ew ê bi hilbijartinan şaredariyan bi dest nexe, vîna gel xesp kir. Cara ewil di 19'ê Tebaxa 2016'an de Pêşnûmeya Qanûna Tûrik a Hejmar 411'an ji Meclisê hat derbaskirin. Bi muxalefeta serkefî ya li TBMM'ê derket pêş re, ev pêşnûmeqanûn ji qanûna tûrik hat derxistin. Lê desthilatdariya siyasî dîsa jî vîna gel xesp kir û dest ji vê pêkanîna xwe berneda. KHK'a Hejmar 674 a di 15'ê Tebaxa 2016'an de hat derxistin, şaredariyên ku ji DBP'ê hatin hilbijartin, di 11'e Îlona 2016'an de hatin desteserkirin.    Di beşa destpêkê ya raporê de, xebatên herêmî, nêrîna derbarê rêveberiyên herêmî, rêxistinkirina demokratîk a herêmî, xebatên şaredariyan, çand û huner, polîtîkaya civakî, bajar-ekolojî-tenduristî, polîtîkaya aborî û jinê jî cih girt û wekî xebatên herî girîng hat pênasekirin.   Di beşa duyemîn a raporê de, pêkanînên wekî "11'ê Îlonê qeyûm çi ye?", "Tasfiyekirina siyaseta demokratîk", "Şêweyên berfireh û qanûnên ku qeyûm xwe dispirê", "Rêbazên xebatên qeyûman ên di şaredariyan de", "Nêzikatiyên li dijî jin, bajar-ekolojî-tenduristî, polîtîkaya civakî, çand û hunerê" û "Xespkirina projeyên aydê şaredariyên me" cih girtin. Hat diyarkirin ku ji 102 şaredarên DBP'ê, 94 şaredarî hatine xespkirin û qeyûm hatine bicihkirin.   Nahêlin meclîs xebatên xwe bikin   Di beşa derbarê xebatên qeyûmên ku tayînê şaredariyan kirine de, ev agahî cih digirin: "Avahisaziya di îdareya Tirkiyeyê de, di makeqanûnê de wekî 'navendî' û 'herêmî' tê pênasekirin. Welatî jî ji bo van her du tiştan deng didin, bi rêya temsîlkirinê tev li xebatan dibin. Avabûna navendî, bersiva xwe ji TBMM'ê digire; avabûna herêmî jî di şaredariyan, meclisên şaredariyan û meclisên giştî yên bajaran de digirin. Ev di warê rêveberiyên herêmî de, hem biryara meclîsan e û hem jî rêveberiya biryarê ye. Xebatên derbarê şaredariyê de li meclîsan tên nîqaşkirin û digihêje biryarê, dîsa 'komîsyona serweriyê' ya ku meclisê hilbijartiye, karên hevşaredar û avahiya îdarî lêkolîn dike. Lê şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, yek jî civîna xwe ya meclisê pêk nayê. Butçeyên aydê gel li gorî kêfa qeyûman tê bikaranîn. Ev butçe çawa tên xerçkirin ne diyar e."   'Tirkiyeyê destura xwe ya bingehîn binpê kiriye'   Di beşa dawî ya raporê de ev tespît hatin gotin: "Piştî îlankirina OHAL'ê ya di 19'ê tîrmeha 2016'an de Tirkiye bi KHK'iyan hat birêvebirin. Di serî de demokrasiya herêmî û gelek feraset û rêgezên demokratîk hatin astengkirin. Dest danîn ser vîna gel. Peymanên navnatewî û Destûra Bingehîn a welêt tune hatin hesibandin. Rêxistina pispor a Komîsyona Venedîk a Konseya Ewropayê di meha cotmehê de raporek aşkere kir û destnîşan kir ku Tirkiye hem makezagona xwe ya bingehîn û hem jî hiqûqa navneteweyî bi awayekî vekirî binpê kiriye. Di raporê de hat gotin ku divê OHAL bê rakirin û KHK bên betalkirin dê di warê demokrasiyê de pêşketin çêbibin.   'Hedefa sereke siyaseta demokratîk e'   Lê armanca sereke ne têkoşîna li dijî darbeyê ye li dijî siyaseta demokartîk e. Ji Hevseroka me ya Giştî Sebahat Tuncel bigire heta hevşaredarên me û hezaran endam û rêveberên me û dîsa ji hevserokên giştî yên HDP'ê bigire heta wekîl û endam û rêveberên HDP'ê hatine girtin û ji kar dûr xistine. Her wiha şaredariyên DBP'ê di bin êrîşên giran ên pêvajoya darbeyê de mane. Dest danîn ser şaredariyên ji aliyê vîna gel ve bi dengên zêde hatin hilbijartin. Hemû xebatên şaredariyên me û projeyên wan hatin betalkirin û xebatên çand û jinan hatin girtin.    'Di navbera gelan û dewletê de deve meqesê vebûye'   Rêveberên herêmî ku di demokrasiyê de xwedî cihekî girîng e bi tayînkirina qeyûm û pêkanînên wan re darbeyek mezin pêk hatiye. Di navbera gelên ku vîna wan hatiye xespkirin û dewletê de devê meqesê bêtirîn vebûye. Dewleta navendî ku bi  salan e polîtîkaya 'yekperestiyê' dide meşandin di nav gelan de rê li ber hêrsê vekiriye û her roja ku diçe çêkirin zehmet dibe û dibe sedema encamên neyînî. Di nav herikîna dîrokî de tu demê û li ser tu erdnîgariyê pirsgirêkên civakî bi zext û zordariyê nehatine çareserkirin.    'Yekane rê û çareserî rêveberiya xwecihî ye'   Tekane rêya çareseriyê ew e ku hemû pirsgirêk bi rêveberiyên xwecihî bên çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê beriya her tiştî OHAL bê rakirin û hemû KHK bên betalkirin û pêşiya asayîbûna welat bê vekirin."    Piştî raporê civîna çapemeniyê bi kursiyê serbest dewam dike. Dê li kursiyê serbest siyasetmedar mafê axaftinê bigirin.