‘HDP’î bi fezlekeyan tên krîmînalîzekirin’ 2017-12-08 10:01:21   ENQERE -  Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de bi hinceta 'hevdîtinên rakirina destnedanan protesto kirin' fezleke hat amadekirin. Yek ji van parlamenteran Ayşe Acar Başaran e. Ayşeyê diyar kir ku ew dizanin mijarên kirine fezleke ne sûc in û got tu wateya fezlekeyan tuneye.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kir. Hinceta fezlekeyan ev e ku 19 parlamenterî di 2’ê Gulana 2016’an de di hevdîtinên ‘rakirina destnedanan de’ li meclîsê dirûşme berz kirin û protesto kirine. Yek ji parlamenterên derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran e.   Ayşeyê got derbarê fezlekeyan de li meclîsê pêşangeh vekirine û got: “ Em bi vê pêşangehê dixwazin vebêjin ku hiqûqa Tirkiyeyê hatiye çi rewşê. Ji hilgirtina wêneyên hevalên me bigirin heta parastinên me heta pêşnûmepirsên me dikin fezleke.”   ‘Em ji çapemeniyê hîn dikin’   Ayşeyê da xuyakirin ku wan lêpirsîn û fezlekeya hatiye amadekirin ji çapemeniyê hîn kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ev êdî bûye rûtîn. Di rewşa normal de lêpirsîn veşartî tên meşandin. Divê agahî nedin çapemeniyê. Berê jî derbarê me de bi sedan fezleke hatine amadekirin. Mînak em mijara 19 fezlekeyên herî dawî hatine amadekirin nizanin. Pir vekiriye ku kî bi çi armancê serwîsî çapemeniyê dike.”   ‘Di darizandinê de serî li rêbaza cezakirinê didin’   Ayşeyê destnîşan kir ku di darizandina derbarê parlamenterên HDP’ê de serî li rêbaza cezakirinê didin û  got: “ Ger parlamenterek nikaribe li meclîsê biaxive. Ger nikaribe pêşnûmepirsekê bide em ê behsa kîjan siyaseta demokratîk bikin. Daraz ji darazê derketiye.”   HDP’î tên krîmînalîzekirin   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hewl didin HDP’iyan bi fezlekeyan krîmînalîze bikin û got tu wateya amadekirina van fezlekeyan tuneye. Parlamenterên din ên derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin wihane: Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Sîbel Yîgîtalp, Çaglar Demîrel, Huda Kaya, Adem Geverî, Mîthat Sancar, Ferhat Encu, Gulseren Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Garo Paylan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Meral Daniş Beştaş, Mahmut Togrul, Ertugrul Kurkçu, Mizgîn Irgat, Saadet Becerîklî, Nadîr Yildirim û Ziya Pîr.