Fatma Bostan Unsal: Li Tirkiyeyê rizandina siyasî tê jiyîn 2017-12-08 09:43:15   Evrîm Kepenek   STENBOL - Endama damezrîner a AKP’ê Fatma Bostan Unsal  diyar kir ku siyaset dirize û  got çareserî yekîtiya hêza demokratîk a hatina cem hev a hêzên azadîxwaz û cudahiyane ye.   Endama damezrîner a AKP’ê û Cîgira Wezîra Karê Civakî ya AKP’ê ya berê Fatma Bostan Unsal tabloya piştî  OHAL û KHK’yan nirxand. Fatma ya ku bi rexneyên xwe yê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê tê zanîn û dema li Zanîngeha Alparslan a Muşê hîndekar bû bi KHK’ê ji kar hat  avêtin, geşedanên di siyaseta Tirkiyeyê de wek rizandinê nirxand û got çareserî di yekitiya hêzên demokratîk de derbas dibe.   Fatmayê di berdewamiyê de da xuyand ku AKP'ê di demeke ku bandora leşkerî û daraza burokrasiyê giran de got ‘em ê vesayetê hilweşînin’ û hat desthilatdariyê û wiha got: “Piştî vesayet rabû rê li pirsigirêkên mezintir vebû. Pergala vesayetê rabû lê ji ber kontrola hevsengiyê tunebû, pirsgirêk neqedyan. Yanî pergaleke nû ya bê hiqûq hat avakirin.   ‘Bêbawerî di nav gel de kûr bû’   Fatmayê bi lêv kir ku piştî  15’ê Tîrmehê şûnde mirovan hev û din gilî kiriye û di nava gel de bêbawerî kûr bûye.   ‘Nuriye û Semîh bûn eynik’   Fatmayê bal kişand ser KHK’yan û wiha pê de çû: “ Mirovên ji kar hatin avêtin mahkumê mirina civakî kirin. Semîh û Nuriye bûn neynika me.  Sekna Nuriye û Semîh nîşanî her kesî daye ku çi jiyane. Pirsgirêkên mezin di heman demê de ji bo çareseriyê jî derfet in. Geşedanên li Sûriyeyê wê teşvîk bike ku li Tirkiyeyê maseyek çareseriyê bê avakirin.    Fatma Bostan Unsan kî ye?   Fatma di 1965’ande li Manyas a Balikesîrê hat cîhanê. Ji Fakulteya Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Ji Zanîngeha Bogazîçî lîsansa bilind kir. Yek ji endamên damezrîner a AKP’ê ye.