Serpîl Kemalbay: Em bi van dizan re ne di heman keştiyê de ne 2017-12-05 16:29:00   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, di civîna koma partiya xwe axivî û wiha got: "Em ne bi Erdogan re, bi wan dizan re di heman keştiyê de ne. Em bi Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ahmet Şik, Nuriye û Semîh û bi kedkaran re di heman keştiyê de ne."   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, Di cîvîna komê ya partiya xwe de li ser rojevê nirxandin kir.    'Sûr cihê ku herî zêde bedel daye ye'   Serpîl diyar kir ku Endamên Platforma Sûrê jî tevli civîna wan bûye û wiha got: "Platforma Sûrê talana başar, dîrok û çandê vegot û dengê xwe  hem ji gelên li Tirkiyeyê re hem jî ji cîhanê re ragihand. Cihê ku herî zêde hikûmeta AKP'ê êrîşê dibe ser erdnîgariya Kurdistanê ey. Li wê derê polîtîkayên talan û rantê ku jiyana gelê kurd berovajî dikin di meriyetê de ne. Di vê çarçoveyê de bedela herî mezin Sûrê da. Li gel ku sûr ada sîtê ye û divê ku bizmarek jî lê neyê xistin.  Divê ku her kes xwedî li Sûrê derkeve."   'Em bi van dizan re ne di heman keştiyê de ne'   Serpîlê bal kişand ser nûçeyên derbarê Grava Manê de jî û wiha got: "Kesên ku pere birin Grava Manê Selahattîn Demîrtaş bû? An jî Fîgen Yuksekdag bû? An jî  Ahmet Şik bû? Çima ew rehîn tên girtin. Hemû kesên bi rûmet rehîn hatine girtin û kesên qirêjiyê jî dikin serbast digerin. Diz li derve ne û kesên bi rûmet di girtîgehan de ne. Lê gel dibîne û wê vê bêhiqûqiyê ceza bike. Hikûmet krîzekî cidî yê 15 salên dawîn dijî .Dibêjin em di heman kestiyê de ne. Na em ne di heman keştiyê de ne û em bi Erdogan, dizan re ne di heman keştiyê de ne.  Bê çawa kedkarên li Somayê ku jiyana xwe ji dest dan bi patronê xwe re ne di haman kestiyê de bûn, Em jî bi wan dizan re ne di heman keştiyê de ne. "   'Me rêya zahmet derbas kir'   Serpîl Kemalbay işaret bi zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan kir û ev nirxandin kir: "Girtîgeh ew cih in ku desthilatdarî ji bo hebûna xwe biparêze mûxalîfan dişîne wê derê. Gelek darbe hatin kirin, lê ti carî ewqas mirov nehatin girtin. Zêdeyî 220 hezar mirov li girtîgehan e. Ji nifûsa gelek bajaran zêdetir e. Êşkence bi rêk û pêk tê kirin, girtiyên nexweş nayên dermankirin. Dayik tevî pitikên xwe yên nû jidayikbûyî tên girtin. Girtiyên nexweş kengî mirin, wê çaxê ji girtîgehê tên derxistin. Li hemberî me desthilatdariyeke bê wijdan, bê edalet heye. Di vê demê de em têkoşîn û piştevaniyê didomînin. Em xwe ji gortina rastiyan û têkoşînê venagirin. Gelekî girîng e ku em bibin dengê hevalên xwe yên li girtîgehan. Ji bo girtiyên bi nexweşiya giran bên berdan, ji bo pitik li bexçeyan, li nava lîstikan mezin bibin, divê em têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê geş bikin. Em pê bawer in ku me rêya herî zehmet li dû xwe hiştine."