Ji bo sedsalek din jî wek kole neyê jiyîn… 2017-11-24 09:18:46   Şehrîban Aslan   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca bal kişand ser êrîşên dagirkirinê yên li hember Kurdistanê û wiha got: “ An em ê xwedî li ax û erdnîgariya xwe derkevin an jî em ê sed salê din jî wek kole bijîn.”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca derbarê yekîtiya neteweyî ya piştî dagirkirina Kerkukê de nirxandin kir. Feleknasê da zanîn ku dewletan di 1923’an de Kurd parçe kirine û wiha pê de çû: “ Niha dixwazin ji nû ve sînoran bikin navbera Kurdan. Armanc ev e ku qezencên Kurdan ji destê wan bigirin. Ji ber vê jî îro tiştên tên jiyîn bi armanca ku Kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî gotin tên kirin. Gelê Kurd piştî sala 2004’an şûnde li Başûr statu qezenc kir û niha tê xwestin ku ev bê tunekirin. Çawa ku tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser 40 mîlyon Kurdî ye, teslimiyeta aliyê Kerkuk, Şengal, Germiyan û cihên din jî heman e. Dixwazin ax û erdnîgariya  gelê Kurd ji dest derxînin.   Banga yekitiya neteweyî   Feleknasê da xuyakirin ku divê demildest Kongreya Yekitiya Neteweyî pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Sedemeke din a pêkhatina van geşedanan, berxwedana li dijî pêkhatina kongreya neteweyî tê nîşandanê ye. Li Rojhilata Navîn sînor ji nû ve tên xêz kirin. Desthilatdarî dixwazin Kurdan wek kole bidin jiyîn. Bersiva herî mezin û ya herî xurt ya ji bo Kerkukê bi yekitiya neteweyî dikare bê dayîn. Divê Kurd rabin ser piyan û xwedî li axa xwe derkevin. An em ê xwedî li ax û erdnîgariya xwe derkevin an jî em ê 100 salek din jî wek kole bijîn.”   ‘Gelê Kurd wê êrîşan vala derxîne’   Feleknasê di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku Tirkiye ev demek dirêj e ji bo Kerkuk û Musulê nîqaş dike û hikumeta Başûr li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li hemberî Başûr bê deng maye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Mîmarê konsepta îro Tirkiye û çeteyên Tirkiye xwedî dike ye. Em dijminê xwe kêfxweş nekin. Em nebin sedema Şengalek duyemîn. Dijminên Kurdan rabûne ser piyan û ji bo qezencên wan bi dawî bikin her tiştî dikin. Em ê têkoşîna ji destê me tê bidin. Wê gel vê komploya qirêj vala derxîne.”