Butçeya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî: Jin tine malbat heye 2017-11-21 09:17:01   Duygu Erol   ENQERE - Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Betul Sayan Kaya Rapora Butçe û Plana 2018’an a Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî aşkera kir. Di raporê de behsa faliyetên wezaretê yên ji sala 2002’an heta 2015’an hat kirin û hevşaredarên hatine girtin, saziyên hatine girtin ji nedîtî ve hatin. Di çarçoveya dirûşmeya ‘jina bihêz, malbata bihêz, civaka bihêz’ de dîsa jin di têgeha malbatê de hat hepiskirin.   Di 13’ê Mijdarê de li TBMM’ê Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Betul Sayan Kaya ya di Komîsyona Plan û Butçeyê de cih digirt, butçeya 2018’an a wezaretê aşkera kir.   Dema mirov rapora ku ji 187 rûpelî pêk tê dinêre ji sala 2002’an heta niha em dibînin ku standartên wekheviya zayendî zêde bûne..  Lê ji roja AKP bûye desthilatdar heta niha kuştina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye û di 15 salan de bi hezaran jin rastî şîdeta mêr hatine. Her wiha dîsa bi heman awayî  jinên di bin parastina midûriyetên girêdayî wezarete de jî hatine qetilkirin. Em di girteka 187 rupelî de dibînin ku jin bi malbat û zarokan re hatine helandin.    Qanûnên ji meclîsê hatine derbaskirin ji nedîtîve hatin dîtin    Bi OHAl’ê re bi KHK’yên hatin derxistin bi dengên parlamenterên AKP’ê qanûn ji meclîsê hatin derbaskirin.  Qanûna miftîtiyê û pêşnûmeya îstîsmara zayendî tevî bertekên jinan ji meclîsê derbas bûn.    Saziyên jinan yên hatin girtin jî hatin jibîrkirin   Girtigekê de hat gotin k udi 137 mîvanxaneyan de bi kapasîteya 3.444 jinên rastî şîdetê hatine hatine hewandin. Lê di raporê de behsa saziyên jinan yên bi KHK’yan hatin girtin nehat kirin.