Civînên DBP’ê berdewam dikin: Ev îrade ya gelan e 2017-11-21 09:10:18   Şehrîban Aslan   AMED - Her çiqas qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê bibin û îradeya gel bê xespkirin jî xebatên Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê didomin. Li her bajar û her navçeyê ku qeyûm hatiye tayînkirin, DBP civînan pêk tîne û nîşan dide ku rêveberiyên herêmî tenê di bin banê şaredariyê de nayên kirin.   Endama Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê Hadiye Karaaslan da zanîn ku qeyûm tayînî îradeya gel hatine kirin û got ku gel li dijî vê gelek bi hêrs e.  Hediyeyê daxuyakirin ku  li hemû deverên şareşadariyên wan hebûne wek Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê bi gel re civînan pêk tînin.   ‘Ev du hefte ne em civînan pêk tînin’   Hediyeyê bi lêv kir ku wek DBP’ê di meha Tîrmehê de kongreya xwe pêk anîne û Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ava kirine û wiha got: “Di van civînan de hinek biryar hatin girtin. Di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Ji 102 şaredariyan qeyûm tayînê 94 şaredariyan hatin kirin. hevseşaredarên me hatin durxistin û girtin. Qeyûm dikare bê tayînkirin lê îradeyên gel ên hatine hilbijartinê ne. Me wek komîsyon civîn pêk dianîn. Ev du hefteye em dîsa civînên xwe pêk tînin.”   ‘Gel derxist holê ku qeyûman nas nakin’   Hediyeyê daxuyakirin ku hedefa wan ya sereke ev e ku li her 112 cihên şaredariyên wan hene civînan pêk bînin û wiha pê de çû: “Me li 25 cihan civîn pêk anîn. Civîn gelek girîng bûn. Civîn bi nirxandina pêvajoya siyasî berdewam kir.Me di encama van nirxandinan de dît ku gel pêvajoyê çawa dişopîne. Gel derxist holê ku qeyûman nas nakin.”   Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî pêvajoyê nêzîkatiyek xwerexnedayînê mijara gotinê ye û got  wê encama civînan biguherin danezanê û planên xwe bikin jiyanê.