Îmtîhana salekê ya qeyûm a li Wanê 2017-11-16 09:35:20   Hîkmet Tunç   WAN - Di ser tayînkirina qeyûm a şaredariya bajarê Mezin a Wanê de salek derbas bû. Qeyûm pergala hevserokatiyê û xebatên jinan hedef girt, gelek saziyên jinan bê bandor hişt. Hevşaredarên ku li bajêr siyasetê dikin jî gotin ‘Hemû qezencên me ên gel in, wê yên gel bimînin.”   Di 17’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Wanê bûbû ev saleke îradeya gel xesp kirine. Hevserokên ku li bajêr siyasetê dikin mijar nirxandin.   ‘Me projeyên derbarê jinan de pêk anî’   Hevseroka DBP’ê ya Payîzava Yildiz Çetîn da xuyakirin ku di 17’ê Mijarê de ji bo şaredariya mezin û di 3’ê Sibatê de jî ji bo şaredariya Payîzava qeyûm hatiye tayînkirin û wiha got: “Ez jî di 2’ê Gulanê de bi operasyonê hatim girtin. Piştî demekê hatim berdan. Di hilbijartinên herêmî de gelek projeyên derbarê jinan de hatin kirin. Şaredarî ne tenê xebatên binesaziyê ne. Li navçe û navendê me 5 pirtûkxane me vekir. Me ocaxa tenduristiyê vekir. Me ji bo jinan koperatîfa Xweser vekir.  Me di bin bana vê de atolyeyên bêrikan, sera, loqante, qreş, firin û malên çandê vekir. Piştî qeyûm hat  xebatên jinan jî dewrî KADEM’ê kirin.”   ‘Hemû qezencên me yên gel in’   Hevşaredara Elkê Aynur Tarhan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin diyar kir ku di pêvajoya ku li ser peywirê bû jin di qada civakî, çandî û aborî de tevlî xebatan kirine û wiha got: “Li herêmê hemû hevşaredar hatin girtin. Bê guman ji ber ji jinê tirsiyan wisa kirin. Ji ber ku azadbûna jinê azadbûna civakê ye. Hemû qezencên me qezencên gel in û wê yê gel bin.”   ‘Me nexşerêya xwe bi jinan re diyar kir’   Hevşaredara Artemîtê Rojbîn Çetîn ku ji peywirê hat durxistin jî ev tişt anî ziman: “Pergala hevserokatiyê ji aliyê gel ve hatiye pejirandin. Me bi jinan re nexşerê diyar kir. Me bi jinan re civîn pêk anîn û proje pêk anîn. Me lijneyek ji jinan pêk tê ava kir. Me hewl da mekanîzmayeke ku jin biryarên xwe bi xwe bigirin bê avakirin.