Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Bihara jinê nikare bê astengkirin, em li ba Selmayê ne 2017-11-04 11:15:19   ENQERE -  Meclîsa jinê ya HDP'ê ji bo ku di rûniştina  do hat dîtin de 10 sal û 8 meh ceza li Parlamentera HDP'ê Selma Irmak hat birîn daxwiyanî da û di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:"Em ê bi têkoşîna jinan a ku di girtîgehan de bi ser dikevin re ji vê bihara jinan re bibin ava vejînê."    Meclîsa Jinê ya HDP'ê derbarê cezayê 10 sal û 8 mehan ku di rûniştina do de li Parlamentera HDP'ê Selma Irmak re hat birîn, daxwiyaniya nivîskî weşand. Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku dê dev ji ısrara siyaseta demokratîk û ji îdiayên azadiyê neyê berdan.   Di berdewamiya daxwiyaniyê de wiha hat gotin:   Têkoşîna Selmayê ya li dijî zext û zordariyên di girtîgehan de, feyz û hêzê dide me. Gotina Selmayê ya 'Em ê li girtîgehan û li her derê têkoşîna xwe berdewam bikin." îro dibe hêviya jinan.    Em bejna xwe li ber van zextan natewînin. Wekî ku me berê dikir em ê a niha jî li ba Selma Irmak û li ba hemû girtiyên siyasî yên jin bin. Em ê wekî jinên HDP'yî têkoşîna xwe ya bi şîara'Wiha naçe, jin destûrê nadin' me dest pê kiribû, em ê berdewam bikin. Em ê bi têkoşîna jinan a di girtîgehan de ku bi ser dikeve re ji vê bihara jinan re bibin ava vejînê.