Li Mûş’ê siyaset ji jinan re qedexe ye! 2017-11-04 09:02:12   Zeynep Turgut   MÛŞ - Piştî referandûmê hikûmetê dest bi  operasyonên siyasî kir û  bi hezaran rêvebir, xebatkar û parlementer hatine girtin. Li Mûşê li gel parlementera HDP Burcu Çelîk Ozkan bi dehan xebatkarên HDP, DBP û TJA’yê bi minesebeta xebatên jinan didin meşandin hatine girtin.   Li Kurdîstanê li gelek bajaran hikûmetê qeyyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin. Hedefa qeyyûman a destpêkê bû destkeftiyên jinan û xebata jinan.  Li  gelek deveran jinên xebatkar ji kar hatin avêtin û xebatên jinan ji aliyên qeyyûman ve hatine sekinandin. Li Mûşê jinên ku siyasetê dikin tên girtin. Li gel Parlementera HDP Burcu Çelîk Ozkan bi dehan xebatkarên TJA, HDP û DBP hatine girtin.    Sedemên girtina jinan wiha ne:   *Parlementera HDP a Mûşê Burcu Çelîk Ozkan 19 Nîsanê li Mûş’ê hate girtin. Burcu bi minesebeta ‘Propagandaya rêxistinê û alîkariya rêxistinê’hate girtin. Burcu di girtîgeha Sîncanê de tê girtin. Her wiha di 5'ê cotmehê de dê rûniştina wê ya duyemîn  li dozgeriya Mûş’ê  bê dîtin.   *Aktîvîsta TJA’yê Gûzel Sarac piştî referandûmê meha gulanê hate girtin. Gûzel bi minesebeta xebatên jinan dane meşandin hate girtin. Ev 6 meh e Gûzel di girtîgeha Mûş’ê  ya Tîpa E’yê de tê girtin.    *Ji bo Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Hayriye Bozyigit xebatên jinan mîna suc hatin nîşandan û bi minesebeta xebatên jinan dane meşandin hate girtin. Hayriye ev 6 meh e di girtîgeha Mûş’ê ya tîpa E’yê de tê girtin.    *Aktîvîsta TJA’yê Dîlek Ceylan jî di meha Gulanê de bi sedema xebatên jinan hate girtin. Dîlek 6 meh e di girtîgeha Mûşê ya Tîpa E’yê de tê girtin.    *Hevseroka navçeya Gimgim’ê Necla Ozer bi minesebeta xebatên partî û jinan dane meşandin hate girtin. Necla ev 6 meh e LI girtîgeha Mûş’ê ya Tîpa E’yê de tê girtin.   *Endama Meclîsa DBP'ê Mûşerref Dag jî bi sedema hevdîtinên telefonê û her wiha xebatên jinan hate girtin. Mûşerref ev 6 meh e di girtîgeha Mûş’ê ya Tîpa E’yê de tê girtin.