‘Heta em agahî ji Birêz Ocalan negirin emê çalakiyan bidomînin’ 2017-10-29 09:26:33   Şehrîban Aslan   AMED-Endama MYK'a DBP  Meryem Yildizê balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên ji aliyê DBP’ê ve hatine destpêkirin û wiha got: “Em heta agahiyê ji Abdullah Ocalan negirin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Divê herî zêde jin tevlî van çalakiyan bibin.”   Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Di hefteyên borî de li ser çapemeniya civakî agahiyên ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye belav bûn.  Li ser vê serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxuyanî da, lê Gelê Kurd got ev daxuyanî têr nake û dest bi çalakiyan kir.  Li her derê Kurdistan û Ewropayê çalakî pêk tên û li bakurê Kurdistanê jî DBP û HDP’ê bernameya çalakiyan aşkera kir. Endama MYK'a  DBP'ê Meryem Yildizê bang li jinan kir û got divê jin xwedî li Abdullah Ocalan derkevin.   ‘Çalakiyên me dest pê dikin’   Meryemê balkişand ser nûçeyên li ser çapemeniya civakî û got gotinên fikaran li ser jiyana Abdullah Ocalan ava dike nayê qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê demildest pêşiya hevdîtinan bê vekirin. Di rewşa agahî ji Birêz Ocalan neyê girtin wê bi gel re fikar mezin bibin. Me DBP’ê bernameya çalakiyan derxist û wê di 29’ê cotmehê de dest pê bike.”   ‘Polîtîkayek taybet pêk tê’   Meryemê daxuyakirin ku çalakî wê bi daxuyaniyên çapemeniyê û meşan dest pê bike û got: “Ciwan, jin û hemû aliyên demokratîk divê çalakiyên demokratîk mezin bibin. Ev êdî ferze. Ji ber em dizanin ku Birêz Ocalan ev 18 sale di Îmraliyê de girtiye. Li Îmraliyê polîtîkayek taybet tê meşandin.  Heta agahî ji Birêz Ocalan neyê girtin wê çalakiyên me li her derê mezin bibin. Divê jin li her derê tevlî çalakiyan bibin û xwedî li îradey xwe derkevin.”