Meral Daniş Beştaş: 7'ê Hezîranên nû nêz in, em ê bi hev re bi ser kevin 2017-10-28 14:51:36   EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş tev li taştêya ku partiya wê amade kiribû bû û got ku "HDP hêviyek mezin e. Em dest ji îdiaya xwe bernadin. 7'ê Hezîranên nû nêz in. Em ê bi hev re bi ser kevin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş re li ser rojeva 2'yemîn Kongreya Asayî bi Rêxistinên Saziyên Sivîl re li Otela Şîrîn Parkê taştê xwarin. Di taştê de Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Egîtîm Sen, parêzerên endamên ÎHD'ê û gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat girtin, rêveberên HDP'ê ya bajêr û navçeyan amade bûn. Endama MYK'ê HDP'ê Asiye Koçak di taştê de axivî, da zanîn ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û vê yekê li hemû qadê tînin ziman û wiha got: "Lê em tenê di van her du salan de ji van şertên zehmet re derbas nabin. Li vî welatî dîrokeke kesên serdest û bindest heye. Di gelek serdeman de li dijî vê pêvajoyê têkoşînên dîrokî hatine meşandin."   'Em li ser piya ne'   Asiyeyê aşkera kir ku ev du sal in gelên li Tirkiyeyê bi konsepteke şerê taybet re rû bi rû ne, lê hateyeke vê konseptê tuneye û wiha got: "Bi saya têkoşîna demokratîk ev konsep bi ser neket û dê bi ser nekeve jî. Li hemberî hemû zextan jî em wekî HDP'ê li ser piyan e. Hêj ruhê 7'ê Hezîranê zindî ye."   Hedefê wan îmhakirina îdiaya tirkiye ya nû ye   Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku her kongreya ku ew li dar dixin, ji bo wan girîng e û bi vê kongreyê re hêviyên wan zindî dibin û wiha axivî: "Ev kongre ji bo dorpêça li dora berxwedan, mezinkirina hêviyan û civakî bê rakirin, amûr in. Êrîşên li dijî partiya me di 7'ê Hezîranê re dest pê kir û di 1'ê Mijdara 2015'an re berfireh bû û di 4'ê Mijdara 2016'an de bi girtina hevserokên me yên giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re derket asta herî jor. Hedefa desthilatdariyê ew bû ku partiya me tasfiye bike."   Meralê da zanîn ku heta HDP hebe, dê tasfiyekar negihêjin armanca xwe û li dijî êrîşên hikumeta AKP'ê banga hevgirtinê kir û ev tişt got: "Polîtîkaya Tirkiyeyê di qada navneteweyî û Rojhilata Navîn de îflas kiriye. Îro jî ketiye lîçoqa Îdlibê. Duhê Neteweyên Yekbûyî raporek amade kir, Tirkiye pir hişk tê rexnekirin. Di warê girtina akademîsyen, rojnameger, siyasetmedar û muxalîfan de rexneyên cidî hene."   'HDP'ê hêviyek mezin e'   Meral diyar kir ku darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo desthilatdariyê lutufek e û wiha pê de çû: "Bi rêya derbeyê di nava sefahatê de dijîn. Her tiştî bi darbeya 15'ê Tîrmehê ve girê didin. Di destên wan de çoyê sêhrê yê OHAL'ê heye. Bi her şeklî OHAL'ê dixebitînin, muxalîfan bê deng dikin, HDP'ê krîmînalîze dikin, her kesî wekî 'Terorîst' îlan dikin, yên naecibînin jî bi KHK'yên di nîvê şevê de derdixin, wan bi komî davêjin girtîgehan."   Meralê got ku heke ew ji bingehê ve xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin bikin, dê bi ser kevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hemû di vê dojehê de dijîn. HDP'ê hêviyek mezin e. Hê rihê 7'ê Hezîranê zindî ye û nêz e. Em ê vê yekê bi hev re bibin serkeftinê. Bi vê şiyarê ez her kesî dawetî kongreya 5'ê Mijdarê dikim."   Piştî axaftinan civîn bi girtî dewam kir.