Îlham Ehmed bang li dewleta Tirk kir ku ji xaka Sûriyeyê vegerin 2017-10-27 12:41:44   TEBQA - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji rêjîma Sûriyeyê xwest ku gavên siyasî bavêje û rêjîm hişyar kir ku heger berovajî vê yekê bike wê encamên neyînî lê vegere. Îlham Ehmed her wiha bang bi taybet li dewleta Tirk kir ku ji xaka Sûriyeyê vekişe.   Îlham Ehmed di dema civîna Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê de ku roja çarşemê hate lidarxistin, ji ajansa ANHA'yê re axivî û got ku dewleta Tirkiyeyê bajarên Cerablus, Ezaz û Babê yên Bakurê Sûriyeyê dagir kirine û wiha dom kir: "Hin herêmên parêzgeha Îdlibê jî dagir kirine û xwe nêzî Herêma Efrînê kiriye. Saziyên çapemeniyê ragihandin ku dewleta Tirk herêmên ji Îdlibê di encama itîfaqa bi çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) re dagir kiriye."   Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed ji hêzên herêmî ku destên wan di rewşa Sûriyeyê de heye xwest ku dest ji kiryarên xwe yên di Sûriyeyê de berdin û ji xaka Sûriyeyê vekişin û wiha dom kir: “Dewleta Tirk ku dijbertiya gelê Sûriyeyê dike, dixwaze projeyên xwe yên dagirkeriyê li Sûriyeyê pêk bîne.”   Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de ji rêjîma Sûriyeyê xwest di xebatên çareserkirina siyasî ya rast de gavan bavêje. Îlham Ehmed rêjîma Sûriyeyê hişyar kir û got ku heger rêjîmê berovajî vê yekê kir, wê encamên neyînî li rêjîma Sûriyeyê vegerin.