‘Îşkence bi OHAL’ê re normal kirin’ 2017-10-27 09:17:38   Habîbe Eren   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaranê diyar kir ku piştî OHAL’ê îşkence hatiye normalkirin û got di salên 80’ê, 90’î de îşkence û komkujî li dewleta kûr hatin barkirin û îro jî bi eşkere rewa dikin. Ayşeyê  bi lêv kir ku desthilatdarî nav sûcan de fetisiye û  xwedî jî lê dernakeve.   Ji 20’ê Tîrmeha 2016’an heta niha OHAL 5 caran hat dirêjkirin û bi vê yekê re jî îşkence û binpêkirina mafan gihişt asta herî jor.   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaranê der barê îşkence û zextên bi OHAL’ê re berdewam dike nirxandin kir. Ayşeyê  wiha got: “Em 15’ê Tîrmehê wek roja darbeyê nadin nasîn. Darbeya esas di 20’ê Tîrmehê de dest pê kiriye.  Mirov bi KHK’yan ji kar hatin avêtin, hatin îşkencekirin, hatin binçavkirin.  Bi hincetên sivik mirov bi rojan di bin çavan de man.”   Ayşeyê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê êdî bêyî rejîma OHAL’ê Erdogan û Dewlet Bahçelî nikarin rejîma xwe bidomîne û wiha got: “OHAL li Tirkiyeyê veguheriye pergalekê.  Pêvajoyeke ku bandorek neyînî li ser jiyana mirovan dike ye. Hewl didin vê pêvajoyê bi hevkariya rejîma serokatî û OHAL’ê bibin.”   Îşkenceya KHK’ê li her çar aliye   Ayşeyê daxuyakirin ku bi KHK’yan mirov ji kar hatin avêtin û wiha pê de çû: “Dema mirov li destûra bingehîn a darbeyê dinêrin, KHK tenê di mijarên îlankirina OHAL’ê de dikare bê derxistin. Lê piştî OHAL’ê qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Pêvajoya binçavkirinê dirêj kirin. mirov hatin girtin. akademîsyenên aştiyê hatin îxrackirin.  Saziyên jinan hatin girtin. Çalakî û bername hatin qedexekirin. OHAL kirin hincet û gelek binpêkirinên mafan pêk anîn.”   ‘Îşkence hatiye normalkirin’   Ayşeyê daxuyakirin ku îşkenceyên di bin çavan de gelek zêde bûne û di bin navê qedexeyên derketina derve de bajar hatine dorçêkirin, mirov hatine qetilkirin. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Muglayê 7 kes hatin binçavkirin, tazîkirin û îşkence lê hat kirin. Bi saetan li derve hiştin û wêneyên wan kişandin.  Gelo mirov vê ji salên 80,90’î dikarin cuda bikin.  Di wan salan de îşkence dihat kirin, li dewleta kûr dihat barkirin. Lê îro bi aşkera tê kirin.  Dewlet bûye wek çete.  Lingekê wê yê din jî çapemeniya hewzê ya sûcan rewa dike ye.”