Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd amade ye ku bedelê bide, neceribînin 2017-10-27 09:13:13   Berîtan Canozer   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ev tê wateya bi agir dilîzin. Bila ji ser Birêz Ocalan Gelê Kurd neceribînin.  Gelê Kurd amade ye ku ji bo Ocalan bedelê bide.  Bila li ser hesasiyetên Gelê Kurd kes peyama nede.”   Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku ev du sale hemû hevdîtinên bi Îmraliyê re hatine birîn û wiha pê de çû: “Herî dawî ji ber greva birçîbûnê ya siyasetmedaran malbatê hevdîtinek pêk anîbû.  Piştî vê hevdîtinê ji Abdullah Ocalan agahî nehat girtin. Ji ber hevdîtin pêk nayên fikarên me zêde bûn. Ev pêkanîn ne hiqûqî ne. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî Ocalan li dijî hemû pêvajoyê ye.  Di heman demê de nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye.”   ‘Îradeya mîlyonan kesî ye’   Gulîstanê balkişand ser nûçeyên li ser çapemeniya civakî û got fikarên heyî zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxuyaniyên der barê vê de hatine dayîn em tatmîn nekirine.  Di alî qanûnî de divê niha bi kesekî girtîgehê re diyalog hebe. Lê mafên vî kesî hemû tên astengkirin. Gelo ev rewş tenê ji bo wî ye? Ev kes ji aliyê mîlyonan ve wek îrade tê dîtin.”   ‘Em bifikar in’   Gulîstanê  di berdewamiyê de ev tişt daxuyand: “Ewlehî tenduristiya Ocalan ya gelê Kurd e jî. Mirov nekare ji hev bike.  bêguman çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo gelên Tirkiyeyê jî erênî ye.  Her roj civak ji hev tê cudakirin. Şîdet civakê dîl digire. Şîdet zêde dibe. Ev dizanin ev tecrîda tifaqa AKP-MHP’ê ye. Em ji ber vê bi fikarin.”   ‘Bi agir lîstine’   Gulîstanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji 99’an heta niha em hemû pêvajoyê dizanin. Bertekên çawa li dijî pêkanînên li ser Ocalan tên dayîn, hatine nîşandan me dîtine. Niha em di heman cihî ne.  dixwazin sebra Gelê Kurd biceribînin. Lê ev tê wateya bi agir lîstinê.  Bila ji ser Birêz Ocalan Gelê Kurd neceribînin. Gelê Kurd amade ye ku ji bo Ocalan bedelê bide. Bila li ser hesasiyetên Gelê Kurd kes peyama nede. Divê demildest hevdîtinek bi Ocalan re bê kirin.”