Pervîn Buldan: Pirsgirêka kur bi ewlehiyê çareser nabe bi Abdullah Ocalan çareser dibe 2017-10-26 13:49:25   ENQERE - Parlamentera HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan a ku li civîna meclisê derbarê rewşa Abdullah Ocalan de axivî wiha got: "Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxuyanî da lê ev daxuyanî têrê nake. Em banga xwe ya hestiyariya ya ji bo hikûmet û dewletê dubare dikin. Birêz Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Divê demildest an parêzer û an jî malbata wî biçin Îmraliyê." Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de got; " her kes baş dizane ku pirsgirêka kurd bi ewlehiyê nayê çareserkirin. Divê ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin."    Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Endama heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterê HDP'ê yê Enqerê Sirri Suryyeya Onder  û parlamentera HDP'ê ya Rihayê  Dîlek Ocalan derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li meclisê civîna çapemeniyê li dar xistin. Wekîla Serokê Meclisê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn bûldan, nirxandin kir.   Tecrît di sala 18'emîn de ye    Pervîn anî ziman ku tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 18'emîn de berdewam dike û ev nirxandin kir: "Em dem bidem dibînin ku heyetên siyasî û malbata wî diçin hevdîtînê. Lê li wê derê pergalek cuda heye û ez dixwazim girîngiya vê pergalê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bi bîr bixim. Ev demek dirêj e ku ji Birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Me wekî heyet cara dawîn di 5'ê Nîsana 2015'an de pê re hevdîtin kir."   'Daxuyanî têrê nake'   Pervîn parvekirinên li ser Medyaya Civakî ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye bi bîr xistin û wiha got: "Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxuyanî da lê ev daxuyanî têrê nake .Em banga xwe ya ku di vê hikûmet û dewlet di vî warî de bihîstiyar tevbigere dubare dikin. Birêz Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Divê ku hikûmet û dewlet wekî girtiyekî ji rêzê ye nêz nebe.  Heta ku em ji Birêz Ocalan agahiyê negirin wê ev gumanên me berdewam bikin. Divê ku demildest an parêzer û an jî kesên ji malbata wî biçin li Îmraliyê pê re hevdîtinê bikin."   'Abdullah Ocalan Aktorê aştiyê ye'   Pervîn diyar kir ku Abdullah Ocalan tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn aktorekî girîng ê aştiyê ye û wiha berdewam kir: " Me hemûyan bi hev re şahidî ji  rola Abdullah Ocalan a di pêvajoya aştiyê de kir. Hêvî hebû û aaramî hebû. Pozê kesekî bi xwîn nebû. Divê ku li wê pêvajoyê veger bê kirin. Divê ku pêvajoyek aştiye hem ji bo Rojhilata Navîn û Hem jî ji bo Tirkiyeyê Birêz Abdullah Ocalan tê de cihê xwe bigire bê destpêkriin .Ez dixwazim ku ji nû de bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin."   'Nêzîkatiyên ji rêzê nayên qebûlkirin'    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlelk Ocalan jî got ku gûmanên derbarê rewşa Abdullah Ocalan de bandora xwe li hemû Tirkiyeyê die û ev wiha dirêjî da axafitna xwe: "Bandora pêvajoaya tecrîtê ya neyînî ku li Tirkiyeyê dike me hemûyan dît. Heta ku tecrît hebe wê li Kurdistanê rijandina xwînê û kuştin berdewam bike. Ev kaos her berdewam dike. Ji ber ku tecrît didome û girantir dibe. Em vê daxuyaniyê ji ber pêkanînên neyînî ku em li bendê ne wê pêk bên didin."   Dîlek di berdewamiya axaftina xwe de bang Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan û Wezareta Dadê jî kir û wiha got: " Ev pêvajo her ku berdewam bike wê bibe sedema şer."   Piştî daxuyaniyê parlamenterê HDP'ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder pirsên rojnamegeran bersivandin.