Leyla Guven: Girankirina tecrîdê di çarçoveya ‘plana têkbirinê de ye’ 2017-10-26 09:10:46 Melîke Aydin DÊRSÎM - Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê diyar kir ku Gelê Kurd li her çar parçeyan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser piyan in û got divê hikûmet demildest diyalogê bide destpêkirin û got şert û mercên tecrîdê di çarçoveya ‘Plana têkbirinê de ye’.   Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê fikarên der barê Rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, operasyonên qirkirina siyasî nirixand û diyar kir ku bi operasyonên qirkirina siyasî yên ev salek e berdewam dike siyasetmedarên Kurd hatine girtin. Leylayê wiha berdewam kir: “ Li her çar parçeyên Kurdistanê gel li dijî tecrîda giran a li Îmraliyê  li ser piyan e û divê demildest hikûmet diyalogê bide destpêkirin.”   Leylayê bi lêv kir ku AKP’ê daraz kiriye siyasî û xistiye tekela xwe û wiha pê de çû: “Armanca wan ev e ku Kurdan li derveyî siyasetê bihêlin. Kevneşopiya siyasî ya Kurd bêyî partiyên siyasî jî dikare xwe heyî bike. Siyaseta Kurd di her şert û mercî de daxwazên xwe bi fedekariyek mezin aniye astekê.  Siyasetmedarên Kurd xebatên xwe bi awayekî zelal li ber raya giştî pêk aniye.  KCD ev 10 sal in xebatên xwe bi awayekî vekirî dimeşîne.”   ‘Plana têkbirinê ye’   Leylayê daxuyakirin ku AKP hemû muxalîfan sûcdar îlan dike û wiha pê de çû: “Di sala 2014’an de plana têkbirinê kirin dewrê û Abdullah Ocalan xistin bin tecrîda giran. Bi birîna dengê Birêz Ocalan dixwazin Tevgera Kurd bifetisînin.  Gotin ‘ perspektîfên wî ji aliyê gel ve tê qebûlkirin, bi mîlyonan kes wî wek îrade dibînin’.  Ji ber vê jî gotin ‘em tasfiye bikin’.  Lê bi daraza bûye siyasî siyaseta Kurd nayê tasfiyekirin.  Li şûna her hevalê hatiye girtin bi hezaran heval peywirê digirin.   ‘Çar parçe li ser piyan in’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Kurdên heta îro bedelên mezin dane, ji vir şûn de jî serî natewînin û bila ev wisa bê zanîn. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û dîsa daxuyaniyên dozgeriya Bursayê nîşan dide ku AKP di rewşek zehmet de ye. Kengî di zorê de bimîne, nûçeyên wisa bi zanebûn dikin. Lê Birêz Ocalan ne kesekî ku spekulasyon li ser bê meşandin e.  Li cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê gelê me li ser piyan e.”