'Daxwaza girtiyên siyasî jî ew e ku li Girtîgeha Îmraliyê lêkolîn bê kirin' 2017-10-25 15:32:50   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku divê daxwazên girtiyên siyasî ku  li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi greva birçîbûnê kirin bên bicihanîn  û wiha berdewam kir: "Ger ku ev daxwaz neyê bicihanîn ji encama van çalakiyan AKP berpirsiyar e."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê grevên birçîbûnê ku li girtîgehan li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin daxuyaniyek nivîskî da.    Ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin bang   Ayşe anî ziman ku divê daxwazên girtiyan demildest bên qebûlkirin û wiha got: "Brêz Abdullah Ocalan ev 18 sal in ku di bin tecrîteke girankirî de tê girtinî, ev 2 salin bi heyeta Îmraliyê re, 13 meh in bi malbata xwe re û ev 6 meh in jî ku bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike."   Ayşe di berdewamiya axafitn xwe de wiha got: "Serdozgerê ku derbarê tenduristiya birêz Abdullah Ocalan de nikare sedemekê nîşan bide hincetên ku pêşkêş dike û yên Wezareta Dadê me bêhtir dixin nav gûmanan. Ji ber wê li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî ji bo ku li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dest bi greva birçîbûnê kirine. Ger ku ev daxwaz neyê pêkanîn ji tişta bê serê girtiyan hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e."