Dayikên Aştiyê daxwaza hevdîtinê li Serokwezîr kirin 2017-10-24 17:14:15   ENQERE - Dayikên Aştiyê careke din ji bo aştiyê li gelek bajaran derketin rê û xwe gihandin Enqereyê, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk bê, pêvajoya aştî û diyalogê dest pê bike, wê ji bo hevdîtinê serî li Serokwezîr bidin.   Dayikên Aştiyê ji gelek bajarên wekî Enqere, Konya, Mûş, Eskîşehîr, Amed û Stenbolê ketin rê û li Meclisê hatin gel hev. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê tevli Civîna Koma Jinan a Meclisa HDP'ê bûn.   Dayikên Aştiyê di civînê de axivîn û ev tişt hat gotin: "Em azadiya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Diyalogê dixwazin. Em wekî Dayikên Aştiyê hatin vir û em bang li Serokwezîr dikin. Heta ku îro hevdîtinê bi mere nekin em ê ji vê Meclisê neçin. Dayik aştiyê dixwazin. Bila bê bi me re hevdîtinê bike. Bila bi Abdullah Ocalan re diyalogê daynin. Birêz Abdullah Ocalan xeynê aştî tiştek naxwaze."   Dayikên Aştiyê piştre xwestin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê lidarxistin, aştî û diyalog pêk bê, ji Serokwezîr Bînalî Yildirim daxwaza hevdîtinê kirin. Bi hevkariya wekîlên HDP'ê, daxwaza hevdîtina bi Serokwezîr re dest bi xebatan kirin.    Dayikên Aştiye ku hêj tu bersiv ji Serokwezîr negirtine, li Koma HDP'ê bi dirûşm û tililiyan sekna xwe didomînin.